Yelmaz Guney (1937 – 1984)

Konê Reş

 (..Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn û hezkirin pê re berdewam bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û xeman û evîn û hezkirinê be.. Min di filmên xwe de hewil daye ku, ez kul û derdan, evîn û hezkirinê bigihînim hev.. Gelek kes van tiştan ji hev dernaxînin..)
 Yelmaz Guney
  Yelmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêşkêş kiriye ta ku em wî bibîr bînin? Yelmaz Guney kurdekî resen bû.. Derhênerekî cîhanî bû.. Wî, di rojên teng û dijwar de, perîşanî, zulm û zora gelê xwe di rêka fîlmên xwe de ji xelkên cîhanê re da xuya kirin û eşkere kir.. Di filmên xwe de bi serbilindî kurdîtiya xwe diyar dikir..
 Ew berî 82 salan, di 1`ê Nîsana 1937`an de li gundê (Yenîce), herêma Adenê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Hemîd û diya wî Gulê bû, ji xelkên Zaza bû. Di malek feqîr û perîşan de mezin bibû.. Di biçûkaniya xwe de gelek kar û barên têvel kiribûn; ji avdana bexçeyan ta bi sewterîbûna kolanên bajara.. Pêre jî hez xwendin û nivîsandinê kiriye.. Piştî ku lîse qedandiye bi çend hevalên xwe re du kovar (Dorok û Boran), bi zimanê tirkî weşandine. Ew derhênerê gelek filmên bedew e û 17 xelat li dor filmên xwe wergitine. Belê di sala 1982`an de bi beşdarbûna wî di festîvala (Kan)ê de li Fransayê bi filmê (YOL), Xelata zêrîn stand û bi wê xelatê navê wî û perîşaniya gelê kurd di dinyayê de belav bû.
 Ji filmên wî: Kerî, Seydxan, Belengaz, Kesên Revyayî, Bav, Kovî, Talî.. û gelek filmên din hene.. Di sala 1983`an de filmê xwe yê dawî bi navê (DÎWAR), bi alîkariya hikumeta Fransî li bakurî Fransayê kişandiye.
Hêjaye gotinê ku, ew jî yeke ji wan kesên ku di sibata 1983`an de (Enistîtuya Kurdî) li Parîsê damezirandine, wek; Cegerxwîn, Qenatê Kurdo, Osman Sebrî, Tewfîq Wehbî, Remzî, Dr. Nûredîn Zaza, Haciyê Cindî û Ismet Şerîf Wanlî. Ew di 9`ê Êlûna 1984`an de li nexweşxaneyeke Parîsê koça dawî kir. Bi rêûresmekî bedew ji rex hin wezîrên Ferasnî, cemawerekî mezin ji Kurd û Fransîzan ew li Parîsê di goristana (Laşaz) de, li kêleka van herdu helbestvanên Fransî yên navdar; Charles Baudelaire û Alferd de Musset hat veşartin.
Ma nehêja ye ku em wî bibîr bînin û navê wî li cihekî bilind deynin?

Qamişlo, 01.04.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…