Dîrok Û  Rewşenbîrî

Mehmûd Oso

Dîrok herêmek herî bingehîne di  jiyanek rewşebîrî ye, ji ber KU rolek herî mezin di bîr û baweriya mirovade dimîne.
Ev asta herî girîng e di jiyana  rewşenbîr da ye, gêrêdayî li ser pirsgirêkên civakî û yên aborî û têklî yê bi warê sîyasî de heye,HWD, û li yalîkî din ew pêşvekirina civakên mirovan dike li gorî pilê jînê.
Bûyerên dîrokî û serpêhatiyên  kevnar bêtir hişmendiya mirovan dike û fereh dike û dibe KU di navbera qenc û xerab de cudahî bikin.
Pir girîng e KU zanebûnên çandî yên kevnar ên kevneşopî yên KU bi pêşeroja wê diyar dike û didome.

Dîroka mirovan bi hêz dike di rûyê hêz ên stemkar û dagirker ên desthilatdar dikin li gelên ya bin dest.
Miletî herî mezin û yekemîm di dîroka mayî bin dest û winda kirin çi di nasnameya wan û çi di rewşa çandî û kultûr li serê kurda dikin.
Kurd ji çar dijminan êrîş dibin li derdora kurda rêça hêsanî nîne, hatî dorpêçikirin bi her şêwekî li serî kurda dikin huner û lîstikên qirêj, wekî encameke ,berxwedana gelê Kurd ji bo nasnameya xwe biparêze, ew li dijî jînosîd redkirina kulturiya kurda û şermezarkirina dîroka kurda dikin ji çar dijminên pîs û mirdar.
Gelî Kurd ji gelî yekemîn têne jimartin li herêmên Rojhilata Navîn û ti car ew ne wekî Ereb û Tirkan û Farsan, kurd wekî dîrokek kevnare heye li herêmê.
Ew gelek hewldan da KU kurdan di neteweyên xwe de hilweşînin û bihelînin lê nikarîn armanca xwe bînin dawiyê ji ber vîn û viyana kurda bi hêze û dîn û îman welate, û kurd miletek serbixwe ye di Rojhilata Navîn de û ji hemo milet veqetîne,û naşebhin kes,çi  ji ziman -floklor -çand -wêje -gerdiş  HWD.
Ji ber van îro ji rewşenbîr ên kurdan tê xwastin rolek herî neyaz di warê dîrokî de hebin û rolek qenc bilîzin û bila kes van nede şûn, ji ber dîrok tinebe gel jî tineye wek leşker di cengê de bê çek wê çibike.
Vegerin dîroka xwe ey rewşenbîr, û hema dîrok ne çîroke û bêjeyên şev Birka kurdaye, dîrok felsefeye -bûyere -hebûne û armanca yekemîn divê kurd sûdê jê bibînin û  bixwînin û bide xwendin û binivsînin sûdê bibînin ji zanyaran û ji dîrokvanan li ber çave Mihemed emîn zekî – Şerefxan bedlîsî -Kemal mezher -Mohamed e`wnî û HWD.
Sûdê ji orientalîstan bibînin wek Mînoriskî -Lazariyêf -Nîkîtin -Stîfên HWD.
Berê kurd 6000 sal bz hebûn, Kurdistan cihê yekemîn Mirovan piştî bendava Nûh
Gelên kevnar hebûn wekî Lolo -Kotî -Kaşî -Xaldî -Sobarî -Horî -Mîtanî.
Ev gelana bingehînên kurdane.
Ema Mîdî -Mad -Mîdîye hatin Kurdistan ê  li dor golê Urmiya û Wanê bi cî bûn hat xuyakirin di kitêba muqedes Al esfar û El tewrat navê  Mad
Emberetoriya Mad.
Kurd hat naskirin bi gelên خndo -Ewrûpa, ji riya Aryane, ev yek nimûne dide xuyan kurd miletek serbixweye ne wekî Ereb û Tirk û Faris in.
Îro hewceye hişyariya rewşenbîrî di dîroka xwe de bixebte û ew mercê herî girîng ji bo Azadiya Kurdistan û bibe dewletek serbixwe

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…