Gotar

Vejîna Kurd

Piştî qeyrana Sûriyê dest pê kir, hemû miletê Sûrî -Kurd jî di nav de- di rewşên pir dijwar re derbas bûn, lê ev rewşa kurda ya kambax bû hîmê bingehîn a şoreşa vejîna gelê Kurd..
Li Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji kovar û rojnameyên bi zimanê Kurdî dest bi weşandinê kirin, û li gel hin…

Konê Reş
Mîrzade Sînemxan Bedirxan kî ye?
Ew neviya mîrê Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî ye, yê ku di sala 1802 an de li Cizîrê çê bûye û sala 1868 an di sirgûniyê de, li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mîr Bedirxan ê ku di tîrmeha 1847 an de ji Cizîrê hatiye bi dûr xistin û tev jiyana xwe, tevî…

Konê Reş

.. Di salên 1961/1962/1963/an de, rola qaçaxa ku di gundên ber sînor re dibû, qube û mezin bû.. Leşkerên sûriyê û cendirmên tirkiyê bertîl dixwarin û wiha yê ku ji welatiyan bihata kuştin û birîndarkirin an girtin û zindankirin ji kîs xwe diçû.. û di encam de gelek zarok sêwî diman, lingê gelek zilaman…

Konê Reş

Sebaretî parastina zimanê Kurdî di nav kurdên Beriya Mêrdînê de, dikarim bibêjim; eger şêx û melayên me karîbûn dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî, helbestên Feqeyê Teyran, Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî, di hicrik û tekiyên olî de parastin, stranbêj û dengbêjên me jî, zimanê me ji talan û bişaftinê parastin. Rola…

Vejîna Kurd

Li sibeheke têrhêvî, berbangê ne ji zû de xatir xwestibû, û rojê bijangên xwe yên têrevîn di govdeya asîmên de serbest berdabûn. Bakî hênik li rodanka dilê min xist, û bi bêhna qehwê ya ku ji fîncana min difûrî, û bi awazên tembûra Mihemed Şêxo re, rewanê min sermest dibû.
Kêlîk bi kêlîk.. ez di…

Konê Reş

Wek ku diyar e Mihemed Arif Cizîrî di roja (17/12/1986)an de li Kurdistana başûr, bajarê Duhokê çûye ber dilovaniya Xwedê. Anku di roja 17.12.2015 an de 29 sal di ser koçkirina wî re derbas dibûn. Werin, em wî bibîr bînin?!
Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî: Di havîna 1912an de, li bajarê Cizîra Botan, taxa…

Konê Reş

Di roja 9/6/1999 an de, serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina (Ala Kurdan) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento jî bi yek dengî ev piroje pejirandin…
Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve rengê keske, ji ortê ve rengê sipîye û rokek di nav de diçirise û ji…

Merwan Berekat

Ev bû demeke herêma Efrînê ji aliyê tundrew, terorîst û mejîtariyan ve dorpêçkirî ye, û li piraniya sînorê herêmê şer berdewam e. Lê roj bi roj serkeftin li pey serkeftinê ji aliyê Hêzên Parastina Gel ve tên tomarkirin. Tiştê ku mirov jê seyr dimîne ew e, ku di vê rewşê de, hin ji…

Konê Reş

Hîn temenê min nebibû neh sal, dinya payîz bû, nû ketibûm dibistanê de, li gundê me belav bû ku şevê din sînema Amûdê hatiye şewitandin û gelek zarok têde qir bûne. Hingî, kesî ji gundê me li Amûdê nedixwend, lê ji gundê Gundik, Mihemed û birayê xwe Hesen zarokên Ehmedê Mehmûdko li Amûdê dixwendin….

Konê Reş
Li Almanya, di zivistana 1977an de, bûm yek ji endamên Komela Xwendekaranên Kurd li Ewrûpa (KSSE), şaxê Frankfurtê ya ku mêldarî Barzaniyan bû. Hingî pismamê min û xortekî Kurd ji Kurdistana başûr bi navê (Azadî) berpirsyarên wê bûn. Jina (Azadî) Almanî bû, dermanxaneyek wê li Frankfurt hebû, edrêsa min li ser mala wan bû….