AsaadHisso
cem kê
pa me biçim cem kê
biqewrînin teme cem te
biqewirim biçim cem kê”
qey wî liser koçberiya Kurdên binxetê a vê demê gotiye.
Xwedawo ma qey di vê dinyayê de bes Kurd dijîn, ko bi sed salaye qetilkirin. Zindan koçberî û talan bes ji kurdan re ye. Ma bo çî, çavê zilmê hineke din jî na bînê. Ma bo çî destê dilovanî û helwestên aram ji Kurdan re düre, wa nabînê. Yên têtin kûştîn Kurdin, yên peneberdibin Kurdin, yên ji keda xwe têr nabin Kurdin, yên axa wan dagirbuyî Kurdin yên ji hemî nerxên neteweya wan qedexe buyîn Kurdin, yên ko eve çar hezar sal dibin şerî dene dîsa ew Kurdin. Asuriyan, Girêkan ,Eraban, Farsan, Osmaniyan herdem şerê Kurda kirine û îroyîn jî hemî Ereb, Faris Tirk şerê gelê Kurd û xaka Kurdistanê di meşênin û qet na rawestînin . Xwedawo ev bona çî fermana van kesan li ser neteweya kurda di domê. Me hêvî ji dilovaniya te heye, êdî bese ev zilim nema têtê hezim kirin!. Ma gelo gûnahê me çiye? Gelo Erab û hikimranê van dewletan Ji ber ko Selahaddînê Eyûbî Qûdsa şerîf ji xaçperestan sitand û radestî Ereba kirKurdan siza diki, Kurdan ji axa wan derdixin û berê wana didine rêya çûn û nehat ê.Bi vî wechî Kurd têtin xêlatkirin. Weke beyta şaîr ; Gelê Kurd bê mecal û bê destû pê ji cîwarê xwe direvê diçe Tirka na debirê, diherê ewropa na hawênin hemî derî li ber asê dibe, her der û her welat wan diqewirînê ma dê biçin cem kê. Îlahî dê bêne cem te ew hêvîdarin ko ji te neyêtın qewirandin.
Em ji serokê herêma a Kurdistana Federe hêvî dikin ko Hewîldanên xwe yên dîplomasiyê berdewam bin da zûtirîn çareyekê ji van peneberan ra bête dîtin. Eger Binya xetê(Rojavayê Başûrê Kurdistanê) ji Kurdan vala dibe. Ev rewşek gelekî xirabe. Çaresrîkirina pirsgirêka vê peneberiyê û rê girtina li ber valakirina rojavayê Başûrê Kurdistanê îro ji xebata serxwebûna Kurdistanê elzemtir bûyiye. Em pir kêfxweşi ko her çiqas ne serbixwe bê jî vayedewletek a me heye. Dê rojek werê di rojhilata navîn de Kurdistana gewre ava bibit, dê maxdûriyeta me xelas bibê lê em dê qet nebine maxrûr. Ji bilî van hemû nexweşiyan em dê di gerdûnê de demokrasi û dadwerî yeka herî bi hêz û berz ji dinyayê re diyarî bikin.
BIJÎ DADWERÎ
BIJÎ KURD Û KURDISTANIYAN
Em dê bi helbesta Ehmedê Xanî bi dawî bikin.
Ev Rom û Ecem bi wan hesar in
Kurmanci hemî li çar kenar in
Herdu terefan qebîlê Kurmanc
Bo tîrê qeda kirîne armanc
Goya ku li ser heddan kilîd in
Her taîfe seddek in sedîd in
21.09.2015

Şîrove (0)