Weke berdewamiyekê di siyaseta, bêdengkirin, qirkirin û girtinê de, çekdarên PYDê endamê komîta herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriya û endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Hesam Dorsin, demjimêr 11ê êvarê roja Duşemê 1ê Nîsanê, li navenda bajarê Dêrikê bi otombîla wî revandin,
Tevî dûvçûna me bo navendên û dezgehên PYDê, wan hebûna wî li…
Careke din ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve, êrîşên leşkerî li ser jêrxana bingehîn û saziyên giştî, wekî stasyonên elektrîkê û saziyên neftê û xizmetguzariyê li Parêzgeha Hesekê bi taybetî navendên neft û gazê yên (Siwêdiyê, Rimêlan, Tirbespiyê …) hatin pêkanîn
Dewleta Tirkiyê li ser pêkanîna tawanên hovane li dijî gelê me û herêmên me ranewstaye,…
Ev çend rojin ko dewleta Turkiye û artêşa xwe ya xwînrêj, çendîn êrîşên hovane û li serhev bi dironên bomberêj kirî û bi firokeyên cengê dibin ser gelek ji bajar û herêmên Rojavayî Kurdistanê, ko dam û dezgehên jêrxaneyî û xizmetguzarî dikin armanc, bi taybetî wîstgehên av û elektrîkê, zeviyên derhênana gaz û petrolê, ko…
Artêşa Turkiye ya dagîrker, ev sê rojin, û bê rawestan, gelek deveran li Rojavayî Kurdistanê bordûman dike, çendîn dam û dezgehên jêrxanî dike armanc, weke xelekin nû ji zincîra wan tawanên giran ên ji sala 2017-2018 ve heya niha pê radibe, ji wan deveran:
– bajarê Kobanê.
– westgeha elektirîk li Qamişlo.
– sayloya genim li Qamişlo.
– aşê…
Di dîroka / 13 / 12 / 2023an de komîta navendî ya ku ji kongirê Şazdemîn a “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” hatiye hilbijartin civîna xwe ya Yekem li darxist.
Civîn di heyameke hevaltî û bi berpirsiyariyeke bilind karnameya karê xwe gotûbêj kir û ev xal li xwe girtin :
– Pêşindana biryarên kongir…
Di dîroka (8-9-10 / 12 / 2023an) de “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” kongireya xwe ya Şazdemîn di bin van siloxanan de li darxist :
– Demoqratî ji Sûriyê re û mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re.
– Danûstandin di navber sûriyan de şêweyê herî li pêşe ji çareserkirina qeyrana Sûrî re.
-…
Daxuyanî ji bo nerîna giştî
Di dîroka /24 / 10 / 2023an de bîranîna Çarem a koçkirina xebatkarê cefakêş heval Ebdilhemîd Derwîş sekreterê “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê”
Dema ku em heval Ebdilhemîd Derwîş bi bîra xwe tînin yekser em xebatkarekî tekoşer û dilêr bi bîra xwe tînin , xebatkarekî buhara jiyana xwe terxî…
Di 22 / 10 / 1984an de xebatkarê hêja û helbestvanê mezin mamoste Cegerxwîn endamê komîta navendî ya partiya me li derveyî welêt li xerîbiyê koça dawî kir , lê li ser daxwaz , raspêrî û weseka xwe çendekê wî anîn bajarê Qamişlo û di hewşa mala wî de hate veşartin.
Hevalê Cegerxwîn siyasetmedar , partîzan…
Ev zêdetirî Du salane partiya me di qeyraneke rêxistinî re derbas dibe ji ber sedema ne pabendbûna hin hevalên komîta navendî bi rewabûna partîzanî û biryarên komîta navendî , û tevî hemû hewildanên ku ji aliyê serkirdayetiya partiyê de hatine kirin da ku ew hevalina ji kiryarên dubendiyê vegerin , herwiha ked û hewildanên ku…
Komeleya Kurdî-Elmanî li herêma Schleswig-Flensburg di bîranîna qirkirin û fermana Şingalê de ya ko berî neh salan bi destê xwînmijên Daişê bi serê Kurdên Êzîdî pêk hat, pirotesto û şermezar dike.
Di evê bîranînê de em wekû komele bang li cîhana azad û dewletên xwedan biryar dikin û em dibêjin: Êdî ev stem û komkujiyên ko…