Daxuyaniya Sê Partiyên Kurdistanî ji bo Raya Giştî

Em wek sê partiyên Kurdistanî (PSK, PDPK-S û PYDK-S), di roja 28ê Avdarê 2026an de li derveyî welat civiyan û bi hevra rewşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn berfireh nirxandin. Me xwest ku vê daxuyaniyê ji bo raya giştî re belav bikin.
Wek tê zanîn, demek berê 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin ba hev û di nav xwe de tifaqek pêkanîn. Em sê partiyên Kurdistanî ji vê yekîtiyê kêfxweş in û wan partiyên ku yekitî pêkanînê pîroz dikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend caran diyar kir ku di şerê ku di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê da heye, meşandin de dê bê alî bimîne. Lê di heman demê de rejîma Îranê heta niha bi sedan caran bi fuze û dronan êrîşî axa Herêma Kurdistanê kiriye.
Dewleta Îran di roja 24ê Avdarê 2026an de bi fuze û dronan êrîşî ser baregehên pêşmergeyan û di 28ê Avdarê jî êrîş li ser mala Serokê Herêma kurdistanê Neçirvan barzanî li Dihokê kir. Di encama van êrîşan de 6 pêşmerge şehîd bûn û 30 pêşmerge jî birîndar bûn. Em wek sê partiyên Kurdistanî van êrîşên Îranê li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.
Wek tê zanîn, partiyên Rojavayê Kurdistanê di 26ê Nîsana 2025an de li Qamişlo konferansek li dar xistin. Hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê beşdarî vê konferansê bûn û piştre şandeyek hat hilbijartin ku wek nûnerê Kurd here Şamê û bi hikûmeta Sûriyeyê, li ser pirsgirêka Kurd a Rojava guftûgo bike. Em bang û daxwaz li hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê dikin ku yekîtiya xwe biparêzin û bi pêş ve bibin û şandeya ku hatiye hilbijartin di karê xwe de çalak be.
Ev salik zedetire li Tirkiyeyê pêvajoyek di navbera hikûmetê û serokê PKK’ê de tê meşandin. Em çekdanîna PKK’ê baş dibînin, ji ber ku şertên şerê çekdarî nema û di we şerî de tu qezanc ji bo Kurdan nîne. Ji ber vê yekê em vê pêvajoyê de piştgiriya çekdanînê dikin. Ji dewleta Tirkiyeyê jî daxwaz dikin ku gavên erênî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bavêjin.
Li Bakurê Kurdistanê jî partî, rêxistin, rewşenbîr û kesayetiyên serbixwe yên Kurdistanî di 14ê Adarê 2026an de li Amedê hatin ba hev û ji bo avakirina navendeke netewî konferansek li dar xistin. Her wiha, di 28–29ê Avdarê de jî komek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetiyên welatparêz konferansek din li dar xistin ji bo platformekî netewî li Bakurê Kurdistanê. Em herdu konferansan giring dibînin û bang li hemû partî, rêxistin û kesayetiyan dikin ku werin ba hev yekîtiyek berfireh li Bakurê Kurdistanê ava bikin.
PSK – Meclîsa Derveyî Welat
PDPKS – Rêveberiya Ewropa
PYDKS – Rêxistina Ewropa
29Avdarê 2026

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…