Çîrok

 
Mahir Hesen

Rojekê ji rojan, mîr li hespa xwe siwar bû û kete ser rê bi nêta nêçîrê, sehê wî jî da pey, wesa dem derbas bû, hêdî-hêdî roj diçû ava û tîrêjên wê xav û sist dibûn . Weha rojê xwe bi kirasê reng agirî dapoş kir. Û asoyê mîrgehê sor bû .
Mîrî xwe berhev…

Zîlan Hemo

Min xwe dabû pişt dîwarekî ji kevirên reşên çeqmaqî, qasî min bi kerb destê xwe li dîwar quveştibû xwînek henarî diniqutî nav her du lingên min ên ku ev sê sal in xwîn di wan de neherikiye, lêvên min dilerizin…qirika min dêşiya…dilê min bi min dişewtî bihtirî dilê min bi wî zarokê ku beriya…

Reşad Şeref

Dem peyîz bû, roja min ya pêşî bû ez diçûm dibistanê, dibistana me ji sê odeyên kelpîç pêk dihat, sê odeyên hevrastî hev.Di hewşa dibistanê de, gundiyan lodên qirş danî bûn ji bo bêxin ka û li zivistanê bidin sewalên xwe, ew lodên qirş gelek nêzî hev bûn, kesekî bîr nedibir ko zarokek nefêm…

[Ji çîrokên sînor -3]
(Serpêhatîya her penaberekî kû sînor derbaskirî ye yan jî wê rojekê derbask ê)


Lewend Dalînî

Di paşîya cemseyên leşkerî, ew tevde ber bi Nisêbîn ve birin…Nisêbîna kû weke wan di bin bandora granîya wê șeva bi çavên melûl li bendey mêvanê xwey westîyayî dima? ew șeva ku nema li wan di qedîya? di dîmahîkê…

Zagros Osman

Sibehekê Bapîrê min ji xew şiyar bû mîna hemî Sibehan dest bi sirûda kuxikê kir şun de ewî ji Dapîra min nexwest ku Çayê jibo wî deyne ser Êgir, ne weke hemî caran ku berî her tiştî Çayê dixwest, Kalo awirek namo li min veda hînjî min mebesta wî ji wê nerîna tûj û…

Alan Hemo

Zingilê demjimêrê, li ser katî 5-ê sibeha lêdixe, Cengo ji nav nivînên xwe, çeng dibe, bilez dest diavêje şerwal û dikşîne xwe, bikufteluft li odê diçe û tê, ta ko xwe ji çûnê re amede bike. Li hêwanê diya xwe li ser cilka nimêjê dibîne, pê re diaxive û dibêje: Xwedê nimêja te qebûlke…

((dibê ku riyek din çêtir hebê .. lê bigerin))

Edîson

Dîtin ku yek darekê dibrê

vêre gotin: çima?

bersiv da: ji ber ku min li cem wê palte dît.

jê pirsîn: ma te nikarî pê xendekek bikola da ku av têra
bighîşta koka darê?

got: dibû.

gotin: ma ne çêtir bû ku te geyayê bê sûd ji dor darê rakira,

an te cihê darek…

Vejîna Kurd

Rojê bersiva xwe ji pirsên avahiyên bêdeng û bajarê xulmaşbûyî re dadimalî, û şevê
hêdî hêdî konê xwe yê tarî vedigirt. Di odeyeke biçûk de ku tenê textek, masek,
du piyal û çar dîwarên tazî dinalîn, Şiyarê bîstûçar salî xwe li ser têxt dirêj
kiribû û bi piyala êşên temendirêj diponijî. Di xwelîdankeke hesinî de termên
cixareyên rêzkirî…

Dr.Cuwan Heqi

(Balkêşî: Di vê çêrokê de ezê gotinên
jargon, qelew, gotinê sûkê û yên wek sixêfan, bikar bînim û herweha bi gotinan
bilehîzim.

Sedema vê yekê ew e da ku ew gotin
bibin wek ”xwê û buxaratên” vê çêrokê.

Ji ber vê yekê di pêşiyê de efûya
xwe dixwazim.)
 

Em werin ser çêroka xwe:

Dûnya ya Bozo

Bêguman gelek ji we weku min…

Merwanv Berekat

Bêkariyê û gera li kolanên ew bajarê avahîbilind demên wî bê haydarî di zikê xwe de
winda dikirin, û carina ji bandora bîranînên welêt wî riya mal şaş dikir. Erê..
ew bajarê ewropî pir xweş e, lê mabûna wî li wir şaş e. Çima çû, koç kir, revî,
doza regezxweziyê dike…… Pir kes bersivê dizanin, lê carina…