Çîrok

Şivan û Mar.. KURTE ÇÎROK

Sedîq Mella

Dibêjin:
Şivanek Hebû her roj pezê xwe dibire çolê, li ser  (Şikêreke Keviran) dirûnişt û dest bi bilûre xwe dikir, û herî awazên xweş jê derdixistin.
Rojekê dema wî li bilûre xwe dide dît go marek ji wê şikêrê derket û li ber bilûra wî dans kir (reqisî) û bi dawiya rojê re (zêrek) ji yê şivan re avêt û kete qula xwe de.
Weha dostaniya Şivan û Mar berdewam kir.
Piştî demekê şivan berê xwe da mala Xwedê (Hecê) û qewitî li kurê xwe kir û çiroka xwe û Mar jê re got û ber bi oxira xwe çû.
Kur jî wek bavê wî jêre gotî ew jî çû ser wê şikêrê rûnişt û dest bi bilûra xwe kir, dît go marek derket û li ber bilûra wî dans kir (reqisî) û dawiya rojê (zêrek) jêre avêt û kete qual xwe de.
Roja dî jî bi wî hawî qedand, roja sisyan (temayî) jêre çêbû û ji xwere got :
(ez nikarim her roj li benda wî bim heta zêrekî ji min re bavêjê …!!!.
Ezê wî bikujim û bicarekê (xezîna zêra bibim) dema dest bi bilûra xwe kir Mar derket û wî (şûr) avête serê Mar, li mixabin Mar birîndar bû û dûvê wî hat birîn ewî jî yek ser bi kur ve da, di cîda ew kuşt û pez bê şivan vegerya malê.
Piştî demekê bav ji (Hecê) vegeriya , dema kurê xwe ne dît, jêre gotin çiroka kurê wî ..
Şivan piştî demekê pezê xwe bir û li ser şikêrê rûnişt û li bilûra xwe de, Mar derket zêrek jêre avêt û got :
(Hevaltiya min û te niha bidawî dibe, ji ber go:
(( Ne ti kurê xwe ji bîr dikê, û ne ez dûvê xwey qutkirî ji bîr dikim))
((Temayî bira kuje))

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…