Berhemên Nû

Û dem derbas dibe…., ne tiliyên te têra jimartina rojan dikin, nejî çavên te têra te dikin.
vê şevê.. dibe tu mêvanekî sêwî be û li çepî xilmaşiyê min bi xwe re şiyar dikî.
Di dawiya sala 2010an de, pirtûkek bi navûnîşana Li çepî xilmaşiyê ji weşanên (Ba) derhat,
hinek jê peyvê dizî û yê din bû…

Yekem car e pirtûkek bi zimanê Kurdî di mjara kopyûle de derdikevê. Ev pirtûk bi pênûsa zimanvanê Kurd Berzo Mehmûd hatiye nivîsîn û ji 224 rûpela ye, qewareya navincî ye. Ev pirtûk wek ji pêşgotinê xuya dikê ku ji sala 2009-an ve amade ye bo çapê. Belê wa derfet îsal hatiye, û vê dawiyê…

‘’Pênûsa Nû’’ rojname ye, ne kovar e. Rojname dikarin hemû celeb û şêweyên nivîs û berheman hembêz bikin, ta bi reklam û wêneyên taybet.
Nav ‘’Pênûsa Nû’’ ye, nayê wê wateyê ku tenê nivîs û berhemên nû û nûjen diweşîne û deryê weşandinê di rûyê nivîsên din de digre.
Jixwe nema bi pênûsan tê nivîsandin, dem…

Ev pertûka sisyan e ji berhemên Bavê Serbest. Pertûk ji bo biçûkên Kurdan hatiye nivîsandin.
ji 102 rûpelan û ji 24 çar helbestên zarokan hatiye amade kirin.
Hêjayî gotinê ye, ko Bavê Serbest berê jî du berhem çap kirine, Nêrgiz û Çend çêrok û hêj berhemên wî yên neçapkirî (destnivîs) hene.
1- Payîz (Helbest)
2- Jînengeriya min
û gelek gotarên wî bi kurdî…

Di van rojên dawî de ji heyva gulanê, pirtûkek nû a çîrokan bi navê (Nameyek Ji Gorê: Çîrokin Ji Dîrokê), ji rex mamoste Abbas Îsmaîl ve li bajarê Qamişlo hatiye çap û belavkirin. Pirtûk xurû bi kurmanciya latînî ye, 25 çîrokan di nav 121 pelên orte de kom dike.
Dane rev koma çîrokên xwe wiha…

Di van rojên dawî de ji rex (Weşanxaneya Ronahî) ya ku navenda wê li Amedê ye, pirtûka helbestvana Kurd Evîn Şikakî ya bi navê (Antolojiya Helbesta Kurdî Ya Nûjen) hatiye weşandin.
Helbestvana kurd ya jin Evîn Şikakî li ser jinên helbestvan yên kurd lêkolînek çêkiriye û antolojiyeke helbestên jinan ya li çar perçeyê Kurdistanê amade…

Berhemeke bir her awayî nipînû li edebiyata kurdî ya ku ji “nû“bûnê muzdarib e, zêde dibe: Em li vir in! Beroj Akreyî ku bi xwe kurmancîaxêv e, li Swêdê rojên dawî yên jiyana mirovên swêdî, bi farisî û soranî nivîsand, kitêb li Tehran (farisî) û Hewlêrê (soranî) derket; li Hewlêrê Besam Mistefa ew wergerande…

Avesta, piştî “Mijabad”, “3 Gav û 3darek” û “Mîrname” vêga jî romana nû ya Jan Dost pêşkêş dike: Martînê Bextewer. Berhemên giştî yên edebî yên Jan Dost tev de ji nû ve tên çapkirin. Piştî çapa nû ya “Mîrname”yê 6 kitêb ê di qotiyekê de bên komkirin û bi bihayekî ji yên li ser…

Pêşgotin
Şêweyê nivîsa helbesta kurdî ya ku ji bo sitranê tê nivîsandin, her diçe kêm dibe û ev yek jî dibe cihê metirsiyê, ji lawazkirina sitrana kurdî re. Pêwistî bi çend helbestvanên ku bi teybetî helbesta sitranê dinivîsin heye. Ji destpêka salên heştêyî de, vî şêweyî bala min kişand, loma min herdu pirtûkên xwe yên pêşî…

Dr. Şiyar Silêman

Nivîskar û helbestvan û lêkolînerê gewre MEHMÛD Ê SEBRÎ (EVÎNDARÊ XEMGÎN)Pirtûkaxwe ya nû weşandiye, binavê (NASNAMEYA KURDÎ LI SÛRYA ) di vê pirtûkê de nivîskar rewşa gelê kurd şirove dike ji layê hozên kurd di vî perçeyê kurdistanê de , bi kurtî li ser her hozek e kurd radiweste ,ji lay herêmî û…