Û dem derbas dibe…., ne tiliyên te têra jimartina rojan dikin, nejî çavên te têra te dikin.vê şevê.. dibe tu mêvanekî sêwî be û li çepî xilmaşiyê min bi xwe re şiyar dikî.
Di dawiya sala 2010an de, pirtûkek bi navûnîşana Li çepî xilmaşiyê ji weşanên (Ba) derhat,
hinek jê peyvê dizî û yê din bû sitranek ji agir re.. lê hîn jî li wir! Di nav himbêza Qehpekê de, di paşila kolaneke bî de.. çixareyekê dikşîne.
Ev pirtûka pîroz erê ya (Pîroz), mirêka zarokekî ye, nivişta welatekî dîn e, rêya windabûnê ye,
Werger
Bo te binvîsim
bi çavên xwe têm,
bi lêvên te.
Ez
têm
bi dilê dizekî
bi lingên nameyekê.
Ez
têm
bi pozê kûçikekî,
bi destên qereçiyan,
bi himbêza havînekê.
…………………………
Baran
Û ji nişka ve baran zarokek
ji xwe şiyar dibe
û baran dîn dibe
û serxweş dikeve
û li paş pencera girtî
ez bendewar dizanim ku tu nayî.
…………………………
Berî xwenan bi şahiyekê
Û xwas weke kenekî
min hîna xweziyên tozê
li pey çivîkan dikirin
û lingên min î
li kolanan belavbûyî
asoyên min bûn.
Ciwan Nebî:
Mînakek ji nivîsandina helbesta kurdî ya nûjen e, û hêja ye ku mirov bi hûrbînî di henasên helbestên wî de raweste, ew helbestên ku di pêçeka vî bajarê berdayî de dibêjin:Ta em mezin bibin, bibin zarokek.
Şepal Hêvo

Şîrove (0)