Pêşgotin
Bêguman, pêkenok ne bi herkesî re derdikeve û ne herkes dikare bibêje. Ne jî her gotin, serpêhatî û bûyerên ko têne gotin merov dikenîne û ne her mirov xwediyê hestenik, dêm gewez, dilgerm û rewanbêjê henek û laqirdiya ye. Ev reng wêje di nav her miletî de peyda dibin.
Di nava qatên civakê, tevgera jiyanê…
Dezgeha Serdem bo çap û weşanê ji bilî weşandina 7 govarên xwe, pirtûkên giranbuha jî çap dike. Vê dawiyê jî 9 pirtûkên nû çap kir ku li ser babetên cuda cuda ne.
1- Ferhengî Poletîks Înglîzî – Kurdî /Politics Dictionary English – Kurdish
Amadekirdin û wergêran: Hawkar Hisên
Dezgeha Serdem bo çap û weşanê – Silêmainiyê,…
Dirêj an jî kurt, her jiyîn li dev xwediyê xwe xwediyê xwe û çîrokekê ye. Dîkekî min hebû ku her sihar bi hilatina spêdeyê re li hewşê dikir qûqû… qûûû, û pîreke min, ku her êvar ji serboriya xwe ya têr karesat qetek jê bi çîrokî vedigot!Her ku min li çîroka pîrê guh didêra,…
KNN/Pirtûk
Ji Weşanên HAN berhemeke nû: Nalînên Peravan
Weşanên Han ev car jî bi romaneke tijî û zengîn ya Kovan Sindî ve derdikeve pêşberî xwendevanên xwe.
Romana nivîskarê Kurd Kovan Sindî ya bi navê Nalînên Peravan derket. Kovan Sindî di vê berhama xwe de mijarên xwe li gor ûslûba realîzmeke civakî ristîne û zimanekî gûr û dewlemend…
Meha sibata 2010ê romaneke Silêman Demir a nû Kassandra di nav weşanên Avesta de li Stenbolê derket. Romanê, mijara xwe ji Ilyada û mîtolojiya yûnanî wergirtiye. Mijar, ji evîna xweda Apollon û dotmîra Troya Kassandra, revandina Helena Spehî ji bajarê Sparta ji bal Parîsê lawê qralê Troya Prîamos ve û şerê ku li ser…
Weşana sê mehî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zend bi hejmara xwe ya zivistanê derket pêşberî xwendevanên xwe.
Rêzepirtûk Zend gihîşt hejmara xwe ya 12 yan. Di vê hejmara Zivistan 2010 an de gelek nivîsên balkêş hatine weşandin.
Nivîskar Mustafa Borak li ser “Zargotin û rewşa pirtûkên gotinên pêşiyan” nivîsandiye û di nivîsa xwe de nirxandin…
Cemşîd Bagokî
Di van rojên paşiyê de ev pirtûka bi navê (Reş Û Spî: Çîrok û Çîvanok), ya rêzdar Luqman Yûsif derketiye ber destê xwendevanan. Bi min xweş e ku ez vê pirtûkê bi xwendevanên zimanê kurdî bidim naskirin. Pirtûk ji 110 rûpelan pêk tê, 27 çîrok û çîvanokên gelêrî di nav rûpelên xwe…
Cemşîd Bagokî
Ferhenga Dengan Di Zimanê Kurdî De pirtûkeke nû ye li pirtûkxaneya Kurdî zêde dibe, ji berhevkirina mamoste Abbas Ismaîl e. Ji berî çend rojan ve li Şamê ji rex weşanxaneya Dar Elzeman ve hatiye çap û belav kirin.
Ji çend salan ve mamoste Abbas di vê pirtûkê de xebitiye ta ku wiha berhev kiriye…..
(bandora êzidiyatiyê li ser romana hawara dicle ya muhemed uzun) navê lêkolînek e nû ye, ji bal nivîskarê genc (kovan xankî) ve hatiye berhevkirin û weşandin.
Ev kitêb pîrozî, rê û risim, tiradisyon, civak, tarîx, zulim û zor û fermanên bi ser êzidiyan hatin; di romana hawara dicle ya romannivîsê kurd mihemed uzun de destnîşan…
FILÎTÊ QUTO
20 Kilam & 20 Qewimîn
Salihê Kevirbirî
Weşanxaneya Do, 172 Rûpel, Kurdî/Kurmancî
“(…) Serpêhatiyên mîna Mala Eliyê Ûnis, Bavê Fexriya, Emê Gozê, Gênc Xelîl û Edûlê, Emînê Perîxanê, Bişarê Çeto, Dr. Yusuf Azizoglu û hwd pir in. Pir giring e ku nirxên wisa hêja bêne parastin. Teknîk û mecalên îro rê didin ku mirov van nirxên pîroz…