Pirtûka Ismaîlê dîn bi kurdî derket

  şgotin

Bêguman, pêkenok ne bi herkesî re derdikeve û ne herkes dikare bibêje. Ne jî her gotin, serpêhatî û bûyerên ko têne gotin merov dikenîne û ne her mirov xwediyê hestenik, dêm gewez, dilgerm û rewanbêjê henek û laqirdiya ye. Ev reng wêje di nav her miletî de peyda dibin.

Di nava qatên civakê, tevgera jiyanê û di nav gel de pêkenokên taybet jî hene. Mîna: (Pêkenokên bijîşkan, parêzeran, bazirganan, feqe û sofiyan, mamostan, karker û cotkaran, biçûkan, jin û mêran û dînan) …htd.
Ev pertûka di nav destê me de li ser zimanê “Simo” hatiye gotin. “Simo” an (Ismaîl); herdû navê mirovekî ji malbateke xuya, naskirî û dewlemend e Ne mirovekî bêxwedî, tengezar û xizan e. Belê, mirovekî xwedî erd û mal e. ji hoza Kîkan şaxê Simêla ye. Ji herêma Dirbêsiyê ye. Xortekî gênc û ciwan e. Di germbûna xortaniya xwe de hezkir. Bayê serê wî pir bilind bû. Lê mexabin mala felekê ne ava be sira bayê evîndarî û hezkirina keçekê ew ji hiş bir.
Ne wek tê gotin li ser ziman û gotina stranbêj û dengbêjan ko ji hezkirinê hiş û aqil tê berdan, belê bi rastî ji hezkirinê Simo hiş û aqilê xwe berda û dîn bû.
Ev mirov ser û bin jiyana wî tev hate guhertin. Ismaîlê Kîkî bo Simo yê dîn!!.
Ev pertûk serpêhatiya jiyana wî mirovî ye. Ev pêkenok xweberîne, ne çêkirî ne. Belê, nivişka raman û dînbûna wî ye. Narevîna serê wî ye. giyanê pêkenok û eynika hundirê wî ye.
Bêguman xweristiya jiyana wî bi tevger û çûn û hatin, rabûn û rûniştin, xweşî û nexweşî, telî û şêrîniya jiyanê derbas dikir. Bû mirovekî gerok û pir bi tevger û lebat. Li ser piya ew çol û beyar, deşt û newal, tev li ber wî teng dibûn. Xortekî serberdayî, bê ko tu erk û sitûbarî jê bê xwestin. mirovekî bê hawa, bê cir û sewterî bû. Lê pir jîr û zîrek bû û gotin û serpêhatiyên wî bi ser zimanan ketin. Li herêma Cizîrê pir bi nav û deng bû. Kes nema ko navê wî ne bihîst. Kes nema ko serpêhatiyên wî jiber nekir.
Vêca em werin vê meydana tevlihev û bê ser û ber, pehin û dirêj, ev jiyana girêkûtkî, ko çawa li ber bayê bêndera serpêhatiyên Simoyekî dînî gerokî bidî hev û kombikî!!.
Seydayê gewre Tewfîqê Huseynî xwediyê vê keda giranbuha û hêja ye. Xwediyê navekî mezin û kedekî berfireh e.  Ne bihewceyî tu pesin û naskirinê ye. Nav û dengê wî li her çar perçên Kurdistanê û cîhanê belavbûye. Ji malbateke gewre û bi zanîn û zanyariyê baş têne naskirin. Roleke wan î baş di warê zanîn û civakê de li bajarê Amûdê heye. Ji binemaleke welatparêz û kurdperwerin. Di koka malbata xwe de ji mala bavê Kal in.
Şêx Tewfîq xwedanê pênûseke bejin-bilind û naveke navdar di meydana toreya Erebî de naskirî ye. Bi dehan berhem û nivîsên wî hene. Deryake ji berhem, zanîn, rewanbêjî, darêtin, derbirîn û bilîmet e. Bixwe ferheng û azîn e. Ji serê pênivîsa wî hezar rêbazên zanyariyê, şîrava nêrgiz û gulnaran,  kevalên Kurdox, têna evîna du sed Mem û Zîn, mêjiwa kevnar helbîn, hewdan û werar dibin. Ew gelawêjeke geş û stêreke çirisî di ezmanê wêjeya Kurdî de ye.
Tewfîqê Huseynî sizawere ko serwer û rênas û mîrê ronakbîran be.
Bêguman, xebata wî cihê serbilindî û şanaziyê ye. Cihê dilxweşkirin û şadiyê ye.

Dilawerê Zengî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…