Bahoza Zayînê: Senaryoyên Dewleteke Kurdî di serdema tiramp de

Dr. Mihemed El-Ereb
Wergerandin: EBDILBAQȊ ELȊ
Bi dubare hilbijartina serokê amerîka Donald Tiramp re, hêviyên îmkana bidestxistina xewna dewleta kurdî zêde dibin, ku polîtîkayên derve yên Tiramp di wergirtina biryarên dîplomatîk de ber bi wêrekiyê ve diçin, ya ku asoyên nȗ jibo kurdan vedike ku sûdê ji vê berveçȗnê werbigirin jibo pêkanîna serxwebûna xwe. Di vê çarçoveya siyasî ya dînamîk de, dibe pêdivî ku rehendên vê xewna kurdewarî ji goşeyên  polîtîkî, aborî, civakî û rewșenbîrî ve bêne analîz kirin, û pêşbîniya paşeroja vê pêkhateya sozdar di ronahiya Zehmetiyên herêmî û navneteweyî de were kirin.
 li ser asta siyasî, dibe ku rêveberiya Tiramp ji nav rêveberiyên berê yên Amerîkayê yê bihtir pejirînkar be ji ramanoka dewleta kurdî re, Ji ber hesabên cuda yên polîtîkî yên li herêmê, ȗ di encama nêzîkbûna kesane ya di navbera Tiramp û serkirdatiya Kurdan de ȗ têgiștina wî di giringiya rola çalak de ku kurd di șrê terorê ȗ pêkanîna seqamgîriya herêmê de dilîzin. ev nêzîkbûn dikare li Washingtonê piştgiriyeke bêhempa ji doza kurdî ya dadperwer re biafirîne, tevî ku ew li ser hesabê hin têkiliyên kevneşopî yên bi welatên mîna Tirkiyê re be.tevî ku polîtîkayên Tiramp dibe ku piragmatîk bin jî, belê  helwesta wî dibe ku rê li ber  guhertinên erênî yên li ser nexşeya siyasî ya li Rojhilata Navîn, ku bihêle îmkana ji nû ve xêzkirina sînoran bi awayên ku seqamgîriyê xurt bike  û piştgirî bide arezȗyên kurdan hebe.
Ji aliyê aborî ve Dewleta kurdî ya potansiyel asoyên sozdar jibo  avakirina aboriyeke serbixwe û domdar e hildigire.ȗ tevî astengiyên ku dibe rû birȗ wê bibin, piştgirîya Amerîka yê û guhdana navneteweyî bi Kapasîteyê çavkaniyên xwezayî li herêmên kurdî bingehek xurt ji bo geşepêdana aborî peyda dike.ji bilî petrolê, Kurd dikarin sektorên din ên wekî çandinî, enerjiya nûjenkirî, geștȗgȗzar, û teknolojiyê, Pêşbixin ku alîkariya cûrbecûrkirina aboriyê bikin ȗ ji pișbestina pêkanîna çavkaniya tekane dȗr bikevin. di vê çarçoveyê de, dibe ku kompaniyayên enerjîyê yên emerîkayê di piştgiriya binesazî û peydakirina teknolojîyê roleke bingehîn bilîzin û rê li ber serxwebûna aborî ya rasteqîn  xweșbike.
Ȗ Ji aliyî civakî ve, Jidayikbûna dewleteke kurdî ya serbixwe, wê jibo kurdan bibe weke zayîna nasnameyeke nû û nûkirî ku dê piștî dihên salan ji çewsandinê qurbaniyên wan li wan vegerêne. damezrandina dewletê dê bihêle ku kurd ji nû ve tevneke civakî ya yekgirtî ku hemû pêkhateyên civaka kurd tê de cih bigire ava bikin û bi kêmaniyên din re di nav dewleta kurdî ya sozdayî de pêkvejiyanê pêş bixe. her weha Ev pêkhate ya nû dê yarmetiyê bide dadmendî û geșepêdana civakî, ku bingeheke hișik jibo  seqamgîriya civakê ya demdirêj biafirîne.kurd dikarin dewleteke pêşverû ku hemû Kategoriyên wê hembêz dike ava bikin û mafên hindikahiyan terfî bike, ya ku li herêmeke bi tengezarîyan tije ye modêleke geş nîşan dide.
Di warê rewşenbîrî de, herêm dê ronesanseke rewşenbîrî û çandî ya kurdî bibîne, ko dewleta serbixwe dê rê bide kurdan ku nasnameya xwe ya netewî û çandî xurtir bikin, û mîrateya xwe ya dewlemend ku bi dehan salan șerê wê hatiye kirin û hewla jinavbirina wê hatiye kirin, dubare vejînin.ev ronesans dê modeleke şaristaniyê pêk bîne ku şiyana Kurdan a  birêvebirina dewleteke nûjen û pêşketî ya ku rêzê li cihêrengiyê bigire û ji bo aştiya herêmê dixebite nîşanî cîhanê bide. herweha damezrandina dewleta Kurdî dê yarmetiyê bide dubare sazkirina ramanê jiyopolîtîk di herêmê de, ku ew ê bibe şanoyek jibo hevkariya navneteweyî, li șȗna tengezarîyan.
Di encamnameyê de, xuya ye ku serdema Tiramp derfeteke zêrîn ji bo bidestxistina xewna dewleta kurdî hildigire, û bi piştevaniya civaka navdewletî û sûdwergirtina kurdan ji vê hewaya siyasî ya bêhempa, dibe ku karibin li ser zehmetiyan derbas bibin û dewleta xwe ya xwestî ava bikin. dewleta Kurd dê bibe pêvekeke erênî be li herêmê, bihêzkirkara seqamgîriyê, Pêşkêşvana modêleke hevjiyanê, û beşdarbûnkarek di geşepêdana aborî û civakî de.
—–
*Dr. Mihemed El-Ereb: Nivîskarek Behreynî ye pisporê karûbarên rêxistinên navneteweyî, ȗ pisporê karûbarê Îranê ye, û guhdanê bi mijarên îslamî û karûbarên kêmnetewan dide.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…