Ezîz Xemcivîn
Bêje bira bêje!
Evîndarê welatê gulberojê yî bibêje!
Destê xwe li destê sozê bide û bibêje:
Bêbextiya demê pir qirêj e..
Zimanê xwe şêrîntir bike û derdê me bêxwediyan birêje..
Kîn û zikreşiyê,
ewê rûpelê êdî bisoje,
Ji xeleka biratiyê xwe…
Merwan Mistefa
Kurdistan wekî hemî welatê cîhanê û dibe bîtirjî navdar be bi gul û çîçekên xwe ve ku her bihar qata kurdistanê wek bûka cihanê bi hemî reng û cûreyên gulan tê xemlandin wisa bihna wanî xweş li seranserî welêt difûre.
Çawa ku helbestvanê navdar Nezar Qubanî serbilind û şanaz…
Şiyar Silêman
Hêja Cegerxwîn, bilind Cegerxwîn,seyda Cegerxwîn
Îro sal û dem di ser koçkirna te re va bûrîn
Bawer ke seyda hê çavên kurdan, li ser te digrîn.
Çawa ji bîr kin dilê evîndar
Çawa ji bîr kin milê giranbar
Çawa ji bîr kin cergê birîndar
<p style="text-align:...Konê Reş
Îro 22/10/2024, 40 saliya vegera koçkirina Seydayê Cegerxwîn e.. Her sal wek îro evîndarên wî, evîndarên ziman û rewşenbîriya kurdî; ji nêşivîskar û helbestvanan diçin serdana gora wî, gul, kulîlkan datînin û mûman vêdixînin.. Cegerxwînê ku welat yara wî bû.. Cegerxwînê ku 60 salî, bêrawestan di ber yara xwe…
Ji nivîsîna Tengezar Marînî
1.
Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.
Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…
Tengezar Marînî
Destek im, di bazara parvekirinê de.
Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.
Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…
Ezîz Xemcivîn
Pakrewan (Şehîd)…
Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir
https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404
Qado Şêrîn
Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.
Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.
Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…
Qado Şêrîn
Do şahiya helbesta Nezîr Palo bû,
Piştî min rexneyên tûj û giran li helbestên Nezîr Palo kirin, me ew kenê ji dil avêt ser pişta helbestê, êdî ji bo min piştrast bû ku Nezîr Palo di asta rexne û helbestê de ye.
Min di destpêka axaftina xwe de…
Tengezar Marînî
Şev nepen e, kûr dipeyive:
cîhanê di bin siyê de vedişêrim,
xemên xwe bi tariyê dinuxumînim.
Stêrk çavên min in,
li xewnên pistepist temaşe dikim.”
Bersivên helbestê, nerm û geş:
“tu ji bo ramanên veşartî biyavê pêk tînî,
bêdengiya te deryayeke tijî gotin e.
Ez hesret im,
çirûskek im, di hundurê te de şîn dibe.”
Şev dikene, kulmek ba tê:
“Nêzîkî…