Helbest u Vidyo

Sibha we bê serêş be

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç û kolanên me warê xeman in,
Şev giran in
Ez xwe dispêrim pêjna hêlîneke tenêhiştî.
Ji zimanekî diherrikim,
Serdema mijê me lo
pirseke raketî me,
çavekî payîzane,
Pelek ji darçinarê
Avzonka dîwarekî berketinê me.

Deng beşeke
pêçeka bextewerî
stranek, ji çerxa têkçûnê
yekrêz e, şîna min,
di kovanên, bajarê min de.

Dîwar biguh in,
pêjna şikestinên me dikin,
wisa dikenin, wisa dikeninin..
Destaneke têkçûnê ye,
razên wan çiyan, sîberên me diparêzin.
Ev serdema pirsan e…

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…