Bi helkefta 40mîn salvegera koçkirina nemir Cegerxwîn.. Nameyek Ji Giyanê Cegerxwîn re

Şiyar Silêman

Hêja Cegerxwîn, bilind Cegerxwîn,seyda Cegerxwîn

Îro sal û dem di ser koçkirna te re va bûrîn

Bawer ke seyda hê çavên kurdan, li ser te digrîn.

Çawa ji bîr kin dilê evîndar

Çawa ji bîr kin milê giranbar

Çawa ji bîr kin cergê birîndar

Dema te koç kir, dil pir naliya, ceger kaliya

Me dil xweş dikir,me digot :

Şînek e, çend roj xemgînî, paş re dê bar kin

Me nedizanî, her helbestek te,

di roj û şevan kul û derdên me dê tevdan rakin

Em xweş dizanin, te erk û karên xwe tev pêk anîn

Na seydayê min! di vir de şaş im, te barên giran, zêdî karînê,li ser mil danîn

Ji lew çavên te, ji hêsrên xwînê, bibûne kanî

Tev tengezarî, tev belengazî, di rêça dijwar,

di rêça dirêj, te ser nedanî

Welat ji bo te, bû xwedawendek, te jêr nimêj kir

Te gel pêk anî,ji bo nimêjê .. bo doza pîroz,li pey xwe rêz kir

Helbestên te bûn, lavijên pîroz, di dilê kurdan

Her evîndarek, her dilbiarek, her birîndarek ..

ji bo wî tu bû hevparê derdan

Civaka kurdî bê tîn û sar bû, ( Pirîsk Û Pêtî ) , di nav de dada

(Sewra Azadî), dîwana diwem, te kir dermanek, pir giranbiha bo êş û derda

Êşên gelê te, dabûn dilê te,

ji lew( Kîme Ez ), te kir nasname ,

bû danasînek bi navê kurda

Seydayê hêja! Bi van dîwanan te dil sar nebû,

ji lew ya çara, dîwana( Ronak), bû (Zinda-Vista) nameya pîroz ,

rêça gelê kurd,te pê( Şefeq)da

Dîwana ( Hêvî ), hêviyên kurdan te pê geş kirin

Dengê (Aştî)yê , xweş gihaye me ,

helbestên di wê , gel rûgeş kirin

Seydayê min! Ew şûva te ajotiye bi xwîna dilê xwe

Va îro ciwanên te bi dilsozî diçînin

Seydayê min! ew nameya pîroz a li pey xwe ku te hêla

Şagirtên te yên perwer li cîhanê d‘gerînin

Seydayêˈm: te bar kir, lê li pey xwe, wa te hiştin , pir cegerxwîn

Seydayêˈm: di gora xwe vehêse, tê di dil de her bimînî rewan û xwîn.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…