Ebdilmecît Şêxo
Qîrînên bêdengiyê min
Di dil de bilind dibin
Û stêrkên bêdengiyê jî
Di ezmana Nehlestanê de
Hembêz dikin.
Ciwaniya Hêvê
Li hember ciwaniya sûruşta bajar
Û Şahxatuna min
Pir şerm dike.
Hevdîtina pêşerojê
Li ser agirê kizota evînê
Li bajarê min
Li me pîroz be.
Lê tu were !
Serdilka min !
Pêlên derya evîna bajarê te
Sermest dibin.
Biyanistan nabe Efrînistan
Efrîn jî naxwze…
Qado Şêrîn
Al û ala di destpêkê de, di şer û cengan de wek nîşan û danasîna xelk û grûpan dihatin bikaranîn, di dû re li derveyî şer û cengan, di destpêka sedsala 17an de, bi derketina keştî û gemiyan re, di deryayan de hat bikaranîn daku, welatê xwediyê gemiyê bête nasîn. Belkû berî keştiyên Hollendiyên…
Xalid Cemîl Mihemed
Rewşa xelatkirinê li Rojavayê Kurdistanê
Di van çend salên dawî de, li civaka Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê, li welat û diyarsporayê, bi heman awayî, xelatkirina hunermend, rewşenbîr, dahêner, helbestvan û nivîskaran, bi piranî, bi awayekî heremekî yê bêserûber, ji gelek aliyan ve, bi bêyî pîvan û nirxandineke rexneyî û zanistî ji berheman re, bûye…
Konê Reş
“Xwendin û nivîsandin: Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îşî; ez heq ji vî îşî dernayênim. Tiştê ko zaroyên heft, heşt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke ji…
Hejmara Dozdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya hejmara Dozdemîn “Di Wêjeyê De Çîrok” e.
Ji pêşekiya hejmarê: ((…Çîrok bi gelemperî weke hunereke vebêjî ya pexşanê tê zanîn ku bi bûyerekê, qewimîneke rastîn an xeyalî vedibêje, ji hêla yek an çend kesan ve di hawîrdoreke taybet…
Ibrehîm Şitlo
Şeş Sedsal borîn, ku em bindestin.
Ji wê demê de, paşa, beg, Şêx û serek eşîran geh li vir, geh li wir serî li dijî Zordariya Kolîdar hildan, lê her şikestin û wêrankirin para Millet û Warê Kurdan bû.
Gelek Milletên din jî li Herêmê ketibûn bindestê Osamaniyan û Eceman. Piraniya wan kanîbûn wirde wirde xwe…
Ebdulazîz Qasim
Wekî hemû dizanin ku neheqiyeke siyasî, aborî, olî û netewiya mezin di sîstema desthildariya hemû dewletên Rojhilata Navîn de heye, û peydabûna serhildanên li dijî sitem û dîktatoriyê di nav hin dewletên Erebî de bi navê “Bihara Erebî”, ku ji aliyê girûpên Îslamîk yên radîkal wekî girûpa “Îxwan Elmislmîn û Qeter”, herwisa hin…
JI BO RAYA GIŞTÎ!
Di sala 2016ê de ango di pêncemîn Kongireya xwe de ku li Qamişloyê li dar ket, HRRKê biryar wergirt ku xelatekê bi navê (Xelata HRRKê ya Afirandinê) damezirîne, û her salekê vê xelatê pêşkêşî dahêner û afirênerekî kurd bike. Nirxê xelatê 1000 dolarê emerîkî ye, ev xelat serê çar salan bi sponserî…
Idrîs Hiso
Roja 13.11.2021 li Rojhilatê waelatê Elmaniya li herêma Brandborgê, li navçeya Heylîlingxabe li gundê Yabil, Şêfekî Kurd ji bajarê Hesekê ji Rojavayê Kurdistanê çalakiyeke civakî û çandî li darxist, têde bi rêya xwarinên Kurdî xwest ku Kurd û Kurdistanê bi Elmaniyan bide nasîn.
Xwarin beşekî girîng e ji keltûr û filklora miletan, heta wê radeyê…
Wergera kurdî ya pirtûka “Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî” ya nivîskar Dilşad Murad li Bakur û Rojhilatê Sûrî hat weşandin.
Nivîskar mijara qirkirina di Rojhilata Navîn de bi berfirehî digire dest û qirkirinên bi nav û deng yên li herêmê tên naskirin, ne tenê weke çîrokekê tîne ziman, lê nirxandin û analîzeke zanistî dide…