Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, 43 Sal û Xweziyek!

 

Konê Reş

“Xwendin û nivîsandin: Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îşî; ez heq ji vî îşî dernayênim. Tiştê ko zaroyên heft, heşt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke ji destê me na ye; îş û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîşan bûne. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc salî hebûn. Ew di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat şêr e, te dest avêtê dibe rovî..”
Mîr Dr. Kamîran Bedirxan/ Rojnameya (Roja Nû), hejmar 11, sal 1943

Erê.. Werin, em xwediyê van gotinan Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin.. Ev ê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re geş dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin..

  Wî ji Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê, ji rex kemalîstan ve hat derxistin.. Ji neçarî digel bav û birayên xwe, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê/ Kobanî), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê rojnameya (Roja Nû) û (Stêr) weşandin.. Li Parîsê, di zanîngeha (Sorbonê) de zimanê kurdî parast.. Li Ewropa, nûneritiya şoreşa Barzanî kir.. Di lihevhatina 11ê Adara 1970î de, Barzanî jê xwest bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamosteyê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Şingalê de..
Dawî, ew di roja 04/12/1978an de, berî 43 salan, di koçberiyê de li Parîsê koça dawî kir.. Berî ku bimire, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîşkî re li Parîsê..! Anku ew bê gor e! Ew jî wek piraniya ap, bira û pismamên xwe di mişextî û zîvariyan de mir.. Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?! Miletê ku lehengên xwe jibîr bike, ew milet nexercê jiyanê ye.. Xwezî peykerekî wî jî, di Parka Xwendinê de li bajarê Qamişlo bihata danîn.. Yezdanê mezin wî û tev lehengên kurd û Kurdistanê bi dilovaniya xwe şad bike..

Qamişlo 3/12/2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…