Şêfekî Kurd bi rêka xwarinên Kurdî Kurdan bi Elmanan aşna dike

Idrîs Hiso

Roja 13.11.2021 li Rojhilatê waelatê Elmaniya li herêma Brandborgê, li navçeya Heylîlingxabe li gundê Yabil, Şêfekî Kurd ji bajarê Hesekê ji Rojavayê Kurdistanê çalakiyeke civakî û çandî li darxist, têde bi rêya xwarinên Kurdî xwest ku Kurd û Kurdistanê bi Elmaniyan bide nasîn.
Xwarin beşekî girîng e ji keltûr û filklora miletan, heta wê radeyê ku nasnameya hin welatan bi hin coreyên xawrinê ve tê girêdan, mîna welatê Libnanê û xwarina Tebûlê, an jî welatê Îtalya û xwarina Pîtzayê, û Mensefa Urdinî yan jî penêrê Fransî û wisa heta dawî.

 

Gelek xwarin hene bi navê Kurdan têne naskirin, tevî ku miletên Rojhilata Navîn di gelek xwarinan de hevpar in, lê her miletek bi şêweyê xwe yê taybet wan xwarinan amade dike û pêşkêşî mêvanên xwe dike.
Li Kurdistanê xwarinên  wek Savar û Dîkê Kurdî û Yeprax û hin cûrexwarinên din bi xwarinên Kurdî têne naskirin. Helbet nanlênana (Metbex) Kurdî dewlemend e, dewlemendiya xwarinên Kurdî jî ji dewlemendiya xwezaya Kurdistanê tê.
Şêfê Kurd Dijwar Ehmed Hiso ku berî bêhtir ji 7saln benaberî welatê Elmaniya bûye, derbarê bîroka vê çalakiyê wisa axifî: “Berî çend salekî ez hatim vê xwaringehê, min daxwaza xwarinê kir ji min re gotin, xwarineke Ispanî heye, min jî ji wan re got, aya xwarineke Kurdî nîne, gotin; Ma ka wê kî xwarinên Kurdî ji me re çêke?!, hema min ji wan re got ez dê ji we re çêkim û wisa pêwendiya me bihevre çêbû û ji wê demê ve min li gel wan kar kir û ez xwarinên Kurdî ji wan  û mêvanên xwaringeha wan re amade dikim û niha hejmarekî mezin heye bûne hezkiriyên xwarinên Kurdî û bi vî şêweyî Kurd û Kurdistanê jî nas dikin.”
Dijwar got jî: “Ez dixwazim xwarinên hejarên Kurdistanê bi xelkê bidim naskirn, xelkên normal ên Kurdistanê, karkir û cotkarên Kurd çi xwarinan dixwin û dixwarin û çawa ew amade dikirin, wek nimûne Petatên Hêrayî, Şorba Nîskê û Beloî….hd.”
“Ji berî çend salan ku ez li vê derê me ez û hejmareke elman bûne heval û niha kêfa wan ji xwarinên Kurdî re tê û jibo vê mebestê ez xuleyên fêrkirina amadekirina xwarinên Kurdî jibo Elmanan vedikim..û pêre jî naskirina wan ji Kurdan re bêhtir dibe.”
Elman jî dibêjin hezkirin di made re derbasî dil dibe
Dijwar dibêje; Elman jî wek hin miletên Rojhilata Navîn dibêjin “Hezkirin di made re derbasî dilê mirov dibe.” Lewma me jî xwest divê çalakiyê de xwarinên xweş ji Elmanan amade bikin û berî em ji wan re behsa keltûr, çand û welatê xwe bikin em xwarinên xwe yên xweş bi wan bidin naskirin, lewma me ev şêvbuhêrka têkil amade kir têde me behsa xwarin û vexwarina Kurdan kir herwisa me behsa Kurdistanê ji gelek aliyan ve kir û Elman jî bidilxweşî ev yek pejirandin û hejmareke mezin bûn mêvanên me û bidilşadî vegeriyan malên xwe”.
Jibo ev kar biciwanî were kirin, dijwar alîkarî ji hin hevalên xwe xwest, hevalên wî jî bidilxweşî bîroka wî pejirandin û alîkariya wî kirin, ji wan Yûtiyûberê Kurd Hozan Deham ku vîdyoyeke ciwan li ser Kurd û Kurdistanê û xwarinên Kurdî amade kiribû û di çalakiyê de hate nîşandan û bû cihê dilxweşiya mêvanan, herwiha xanim Samiya Fehîm Ebduxefûr ku bi çilûberên xwe yên Kurdî li çalakiyê amade bû û herwisa alîkariya Dijwar kiribû di amadekirina xwarinande û rewş û xemla civatê bi cilûbergên xwe ciwantir kiribû.
Derbarê armanc ji vê çalakiyê şêfê Kurd dibêje: “Ez bihêvîme ku nanlênaneke xurû Kurdî li vî bajarî vekim, ne tenê jibo qezenca pere û diravan, lê ew nanlênan bibe mîna pirojeyekî çandî, ku bi rêka wî em xelkên van welatan bi keltûrê xwe aşna bikin wek bêçawa miletên din jî li Elmanya van karan dikin, li vir jî derfet bo herkesî heye ku taybetmendî û çanda xwe bi azadî diyar bikin û bi miletan bidin naskirin.”
Ligel xwarinên Kurdî mêvanan li mozîka Kurdî jî guhdarî dikirin, bi vê wateyê mirov dikare bêje wê şevê li wê xwaringehê şeveke Kurdî xerû bû, lê mêhvan ne Kurd bûn, belê dost û hezkiriyên xwarinên Kurdî û Kurdan bûn.
14.11.2021
Gewîlan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…