welateme

Narîn Omer

Di himbêza pira Bafid
Te çû xewnek belek dan î
Li seqlanê te kon raxist
Veda dîlan bi Botan îHemî peyvên zelal û geş
Li dora wan te alan î
Keçên dilsoz,ciwanên pak
Bihîstin wan civîn dan î
Memo ritma dilî saz kir
Siyamendo bilûrvan î
Xecê dîlan gelek xweş kir
Dema Zîn şal di bir…

Zekeriye Elî

Ey destgirtiya narîn
Bi şev wer min bi revîn
Te ez kirim har û dîn
Avêtim derya evîn

Zêrê te li tilya min
Li paytextê dilê min
Dil ketiye zîndanê
Maye hêvya dîlanê

Keç û xort jî delalin
Li vê dozê dinalin
Şev û roja dijmêrin
Kînga ew hev bibînin

Li nek canê hev rûnin
Agirê xwe vêxînin
Hemî miraz di dil da
Xwedê pîrozkê ser da

Emê durbê…

Ronî ELÎ

Govenda evîneke lale
Tîpên helbesteke bê dawî
Xebata dîrokeke wendayî
Di bonîşê
Derûneke tengijî de
Kêferata
Metirsiyên berbangê
Di çerxeke aloz de
Bi
Endîşe û azar
Hawara xwe dikin

Bîr û boçûnên êvara
Di hastên bê şiyan de
Li serê sibeha
Dimebestên talankirî de
Bi tevra ezeziyeke
Tund û dijwar
Dîwarên sazmend
Radihêjin
Û
Hildiweşînin
Qêrîna kurdekî
Di şerê bîrodoziyên bervacî de
Nêrînên bê sûde de
Bahozekê li dar dixe
Û
Penaber dibe
Û hino hino
Nakokiyên
Dijberî û rikberiyê
Di çarçewa
Giyanekî nîv kuştî…

CIWAN DÊRIKÎ
ciwanderiki@hotmail.com

Di vê mijarê de emê bibin mêvanê zanyar û rewşenbîrekî kurd ê nirxdar û mêvanperwer , ku jiyana xwe di mêvanperweriya çand û toreya kurdî de borandiye . ev rewşenbîrê hêja û mezin Mela Mehmûd ê Bazîdî ye , di baweriya minde mafê wî hatiye xwarin bi nenaskirina gelê kurd jêre ta…


Mahîn şêxanî

Evrodîta min
Anahîta kûrdî
xwedaya şengewînê
û biçûk bonê
Evrokê
rehê dilê min
xwîna min
keboka aştîyê
Evrokê

ji cîhanê hezdikim
ji bo çavên te zarokê
dilê xwe jiwan re vedikim
wek hêlîna kebokê
wan teva himêz dikim
ji bo xatirê
Evrokê
jiyanamin evînamin
helbestamin rewanêmin
ahîn û nalînamin
jibo xatirê Evrrokê
Evrokamin delale
bi Ap û xale
bi gund û male
ranazim
dema dinale
Evrokamin şêrîne
çîçek û nesrîne
gula cudî û hemrîne
li ezmanê min
r o k ê
bûka welatê…

Aso Elîka

Dr.Qasim
Dektor Qasim, textorekî pir bêhnteng bû, ji ber jîrbûna xwe jî bi nav û deng bû, ji derdorê Qamişlo ta bi Dêrika Hemko dihatin ser. Mala Dr.Qasim tunebû û ne jî jin û zarok, ew li Otêlê bi cih dibû, li hember belengaz, jar û feqîran pir dilovan bû. Rojekê nexweşek hate cem…

Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî
Bielefeld Almaniya 14.01.08

– ji bo raya cîhanê ya giştî
– ji bo raya Êzîdîya ya giştî

ji boyî bidawîanîna nivîsandina Projeya yasaya pergalên kesayetiyê
ji aliyê birêz Mîr Tehsîn Beg, Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan ya bilind, di 23.11.2007 an daxwiyaniyek belavbû.
Di wê daxwiyaniyê de dozê li kesayetên rewşenbîr, Serokeşîr,…

Lewend Hisên

Ji xwepêşandana pêşî ya ku di destpêka çerxa 21ê hat bikaranîn di 10/12/2002ê de li paytexta dewleta Sûryê li bajarê Şamê, jê û virede, hejandinek mezin bû di hundirê rêxistinên siyasî yên Kurdistana sûryê de, bandora ewê xwepêşandana ku partiya Yekîtî kir, bê goman hişt ku êdî endamnên ewan rêxistinan pirsek giring…

Di pêdeçûna çalakiyên xwe de û di civata yekemîn de piştî bûrîna salekê ji temenê wê koçika qamişlo ya çandeyî şeva 12 /1/2008 ê di simînarekê de mihvan dariya mamoste SUBHÎ AHMAD kir , di simînarêde hijmareke ber biçav ji nivîskar û rewşenbîr û guhvedêrên zimanê kurdî amade bûbûn,
Mamoste subhî di bin navnîşanê şaşiyên normal…

Sergotara rojnama Newroz

Piştî lidarxistina kongira berfireh ya Encûmena niştîmanî ya Danezana Şamê – Îlan Dîmeşq – a rikebir , û ji roja 10.12.2007-an de – roja cîhanî ya mafên mirovan – karbidestan li seranserî sûriyê û li derve , bi gelek hawan dest bi hêrişên berçav û yên neberçav kirin û hê berdewamin…