Tirs û çavsoriya rijîma Be`is li derbarey Danezana Şamê

  Sergotara rojnama Newroz

Piştî lidarxistina kongira berfireh ya Encûmena niştîmanî ya Danezana Şamê – Îlan Dîmeşq – a rikebir , û ji roja 10.12.2007-an de – roja cîhanî ya mafên mirovan – karbidestan li seranserî sûriyê û li derve , bi gelek hawan dest bi hêrişên berçav û yên neberçav kirin û hê berdewamin , bihêviya ku karibin vê piletforma demokratîk û pirreng ji hev bixin , kar û barê wê belawela , beravêtî û rûreş derînin .
Di derheqê endam û rêvebiriya Encûmenê de , bi hêrs û çavsoriyeke balkêş pêla girtinên keyfî serî hilda , gelek camêr avêtin binê zîndanan û hê girtî mane , weke: 1-Seroka encûmenê xanima hêja Dr.Fida Elhoranî . 2-Nivîskar û çalakvan Ekrem El-bunnî . 3-Dr.Ehmed Tu’imê 4-Nivîskar û siyasetvanê navdar Elî El-Ebdulla . 5-Dr.Welîd El-bunnî . 6-Dr.Yasêr El-Îtî . 7-Mamoste Cebir El-Şofî . 8-Rojnamevan û nivîskar Fayêz Sara . 9-Mamosteyê Endezyar Mihemed Hecî Derwîş.

Ji bilî bi dehan kes yên ku karbidestan ew birine û anîne , hineka çend se’etan , û hinên dî şevekê li ba xwe hêştine , ji nêv wan birêz Raşid Setûf, Xessan Necar, Ûseme Aşûr, Xazî Qedûr, Semîr Neşar, Îsmail Omar, Îsmail Mihemed, û gelekên dî.

Çêrok Çi ye ?

Çêroka vê pêvajoyê , ango rastiya pirsê ewe ku , li 1.12.2007-an li derdora Şamê , cara yekemîn bû ku li hundirê Sûriyê , nûnerên gelek hêzên siyasî , komîteyên civaka sivîl , rewşenbîrên demokrat , kesayetiyên serbixwe û bi beşdarbûna nûnerên partiyên kurd yên (Ber û Hevbendiyê) , karibûn bi hevre kongirekî xwe lidarxin , û di bin navê Encûmena Niştîmanî ya Piletforma (Danezana Şamê – Îlan Dîmeşq) xwediya dirûşma: Ji bo pêkanîna guhartina demokratîk a aştiyan de , li ser hinde belge rawestin û erê bikin . Herweha kongirê karîbû pirograma karûbarê xwe bi serkeftî bibira serî û rêvebiriyek ji xwe re helbijarta .

Hêjay gotinê ye ku endamên kongirê ji hemî parêzgehên Sûriyê hebûn , vêca ji bilî , Heleb , Şam , Latqiyê , Hums û Hemayê , ji Swêda û Der’a de bigir ta tu bighê Reqê , Dêrazorê û Hesekê…hwd.

Li hêla dî, di civata Encûmenê de , bi dehan camêr hebûn , yên ku her yekî ji wan , bi neheqî bêtirî 10-15 salan ji jiyana xwe di zîndanan de , di paş deriyên hesinî de borandibûn , ji ber ku ew xwedî bawerî û nêrîn bûn , azadîxwaz û mirovhez bûn , siyaseta parta Be’is ya tek-partiyê nedipejirandin , ji şêweyên kuştin û xwînrijandinê re digotin na .

Bi dawîbûna kongirê re , li seranserî Sûriyê û li derve baş deng pê diket , û ev gavê he dibû ciyê pesin û pîrozbahiyan . Vêca piropagandayeke xurt digel giraniyeke rêxistinî , siyasî , rengane , lihev û pirnas dihate holê û li hundir Sûriyê rê li ber xebateke berfirehtir vedibû . Lewre jî karbidestên rijîma parta Be’is , sergerm û çavsor dibûn , dest bi girtinan dikirin , da ku – xwedê giravî – karibin rê li ber liv û tevgera siyasî a demokratîk û aştiyane bigirin û devê wê bixetimînin.

Zor mixwabin ku ta niha , rê li ber rêxistinên mirovane an xwediyên wan girtiyan venebûye ku karibin wan carekê bibînin , lewre jî dixuyê ku tirseke ecêb ketiye zikê karbidestan , dilteng bûne û hurve wirve tevdîran distînin .

Careka dî jî xuya dibe ku ew nikarin guhdarî nêrîneke dî ya cuda bikin , ji gotûbêj û diyalogê re , ne amede ne , nejî pê bawerin , û bi serde jî , bi her hawî hewildidin ku  dengê hemwelatiyan û Îlan Dîmeşq bête birîn , û rola wê ya erênî û avaker di jiyan û pêvajoya civaka Sûrî de biçelmise û bête tunekirin .

Roj ji rojê baştir xuya dibe ku ev lihevkirin û piletforma Îlan Dîmeşq , çerçewake niştîmanî Sûrî demokratîk û mirovhez e , hembêza wê mezin û berfireh e , lewre jî hemî rengên civakê bi dostanî û biratî ciyê xwe tê de dibînin , çi kurd , Aşorî û Ereb , Fille , Misilmanên Sunî , yên Elewî , Isma’ilî  û Durzî …hwd. Loma jî ev pêla girtinan û tevdîrên tund li dijî liv û hebûna Îlan Dîmeşq li ba piraniya xelkê Sûrî ciyê nerazîbûn û şermezariyeke xurt bû . Daxwaza hemiyan ewe ku girtiyên siyasî û xwedî nêrîn , rojekê pêşde ji girtîgehan bêne berdan û rûpeleke nû di jiyana Sûriyê de vebe , da ku mirov wêribe û karibe bê tirs nêrîna xwe bêje û azad be.          

—-

*– Hejimar /77/ – ya Partiya yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…