Xemgînê Remo
Gava ku tu
Di ber baxçakî re bûrî
Û perwaneyan enî ya te
Maçî nekir
Bizanibe :
Ku ew bexçe bê gule …
Gava ku tu
Di gundekî re bûrî
Û dûyê tenûra jê hilnebin
Bizanibe :
Ku şênî yên wî gundî
Mişextî û derbederin …
Gava te dît
Ku du bira
Li ser parçakî nan
Bi ceng û şerin…
Rojnameya elmanî Die Welt di hejmara xwe ya îroj (12.06.2008) de hevpeyvîneke bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re diweşîne. Di vê hevpeyvînê de Barzanî dibêje ku Iraq bûye dewleteke federal, “lê hin kes hene ku naxwazin vê yekê fêm bikin”. Barzanî li ser kêşeyên sereke di rojeva Kurdan de radiweste û bersiva pirsên…
Îbrahîm GUÇLU
TEVKURDê, beriya ku ava bibe, li ser navê “Gruba Xebatê ya Demokrat û Neteweyî ya Kurd”, di 24. 12. 2006-an de li Riheyê civîneke giştî pêk anî. Beriya civînê, Dadgeha Riheyê, bi sedema ku “di civînê de tewana bê kirin” bi lezûbez biryara bi kamereyê şopandina civînê da. Civîn, ji bona ku di…
Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com
Mêrên kurd! Ta kengî mîna zir elok* em ê xwe bixapînin?
Zir elokên rojavayê Kurdistanê serê xwe ji axê hildin.
Bi veşartina kiryarên ko li dijî jinê dibin, civak ber bi ketinê ve diçe.
Kurd dibêjin: Şûjina di çavê xwe de nabîne, derziya di çavê hevalê xwe de dibîne!
Ragihandin di navbera têkdan* û veşartinê de, pirsgirêka…
Ezîz Xemcivîn
xwendina helbesta (Yarê) bi dengê Helbestvan Ezîz Xemcivîn….
ji bo guhdar kirinê, li vir bitikîne…
.
dîwan ji 54 rûpelan pêk tê , ku ji hêla weşanxaneyên yekîtiya Nivîskarên Kurd – Duhok , çap bûye.
Pirraniya helbestên dîwanê ji kûrahiya hinavên helbestvan der tên û bi awakî çak û rewan li ser rûpelên sipî hatine rijandin.
Hêja ye gotinê ku di sala 2006 an de, pirtûka yekemîn ya sîrwan Qiçço derket, ku…
Roja 30/5/2008an li Mîrgehên Erebî, bi alîkariya Dezgeha Semakurd û di bin çavdêriya Revenda kurd şeveke helbestxwendinê (kurdî- erebî) li dar ket.
Helbestvanên beşdar ev bûn:
Fewzî Etrûşî (Bi zimanê erebî)Cemîl Darî (Bi zimanê erebî)Evîn Şikakî (Bi zimanê erebî)Fedwa Kêlanî (Bi zimanê erebî)Hemza Cengo (Bi zimanê kurdî)Ezîz Xemcivîn (Bi zimanê kurdî)
Pêşkêşkerê şevbuhêrkê Rojnamevan cum’a E’kaş û Bavê…
Hesîb Qeredaxî (1929-1997)
Ji soranî bo kurmancî:
Botan Letîf Mawîlî
Besam Mistefa
Birayên min….
Hezar û yek sundên giran bo bavê min
Xwarin,
Heta rê bi wan bide ku bi wan re derkevim çolêGotin: seyran û hera ye,bira jî li pişta bira ye!
Êvarê di wextê vegeriyanê deMin girêdan,
Min birin ser bîreke kûr
Min hawar kir…lavlav kir
Kirasê li ber min bû dirandin
Tenha…
Dêrika Hemko sibeha çarşemê 4 / 6 / 2008an dengbêjê xwe yê navdar û hêja Reşîdê Elanê bi gorkir , Reşîdê Elanê di sala 1935an de li gundê şerefiya Botanê hatiye jînê , di salên çilî de malbata wî ji bakurê kurdistanê koçkiriye başûrê rojava û li Dêrika Hemko bi cih bûye , Reşîdê Elanê…
Wenda Şêxo
Ey şahê xem bar
Bazikên xwe veke
Li ser peravê dilê min….
Bibe keskesor
li giyanê min….
kewê sermest
awaza bixwîne
wek xunavê
li buhara dilê min
bi bare…
Ta ku gulê
gerdûnê geş bibin
û arê bihrîkirinê
vemrîne….
seydayê gotinan
bibare wek solavan
yan jî wek tîpnên
ji roniyên ristîn
û bibe çirûskên
geş ku giyanê min
bi lerizîne
û xarîfkên bihrîkirinê
dagire ji ramûsanan…..
ezim periya ku ji çîya…