Dêrika Hemko sibeha çarşemê 4 / 6 / 2008an dengbêjê xwe yê navdar û hêja Reşîdê Elanê bi gorkir , Reşîdê Elanê di sala 1935an de li gundê şerefiya Botanê hatiye jînê , di salên çilî de malbata wî ji bakurê kurdistanê koçkiriye başûrê rojava û li Dêrika Hemko bi cih bûye , Reşîdê Elanê yek ji dengbêjê serêlî û pehîzokên Botaniye , ji nifşê stiranbêjên gelêrî û miqamên kurdî ya resene , ew bi xwe ji malbatek hunerî şarezaye , birayê Ehmedê Elanê û Evdo Elana ye , cihê wan di rêza pêşî de ye ,di nav a çand û stirana kurdî a resen de 4 / 6 / 2008 Dêrika Hemko
—————
SERSAXÎ
tevna çand û hunera kurdî-Dêrika hemko ji malbata ribatê Botanê Reşîdê Elanê re , û ji hemî denbêj û stiranbêjê gelêrî re . . sersaxiyê dixwaze , bi koçkirina dawî ji jiyanê stêreka geş ji ezmanê dengbêjiya kurdî gurijî , û dilê me xemgîn kir , çimkî Reşîdê Elanê yek ji dengbêjê heyranok , pehîzok û serêliyên Botanî ên resen bû , bi keda xwe sedê stiranên gelêrî parastine û ji nifşê dûv xwe re hêlane ,
dengbêjê hêja wê herdem di dilê me, û di civat û şevbêrkên me de bijî ,dîsa em bi navê tevna çand û huner a kurdî – Dêrik sersaxî û serxweşiyê ji malbat , dost , dengbêj û huermendên kurd re dixwazin , bila dengbêjiya kurdî herdem li xweşya we here .
4 / 6 / 2008
tevna çand û hunera kurdî-Dêrik

Şîrove (0)