BEHÎNAME

Nêçîrvan Barzanî ji bo rojnameya elmanî Die Welt: „Hin kes naxwazin fêm bikin ku Iraq federal e“

Rojnameya elmanî Die Welt di hejmara xwe ya îroj (12.06.2008) de hevpeyvîneke bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re diweşîne. Di vê hevpeyvînê de Barzanî dibêje ku Iraq bûye dewleteke federal, “lê hin kes hene ku naxwazin vê yekê fêm bikin”. Barzanî li ser kêşeyên sereke di rojeva Kurdan de radiweste û bersiva pirsên li ser kêşeyên Kurdan bi hikumeta navendî ya li Bexdayê re (madeya 140, neft û Pêşmerge), pirsgirêkên bi Tirkiyê re û kêşeya PKKê û herweha kêşeyên Kurdan ên navxweyî, mîna gendelî û bêkariyê, dide. Rojnamevan Sîrwan H. Berko ev hevpeyvîn pêk aniye. Die Welt yek ji mezintirîn û giringtirîn rojnameyên Elmanyayê ye.
Hevpeyvîna bi Nêçîrvan Barzanî re berî niha li gelek deveran deng veda. Medyaya tirkî, erebî û ya kurdî bi şêweyekî berfireh guh da hevpeyvîna bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê re. Herweha radyoya elmanî ya dewletê WDR beşine giring ji hevpeyvîna bi Barzanî re weşand.

Nêçîrvan Barzanî li Ewropayê kêm naskirî ye. Medyaya ewropî bi taybetî serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî nas dike û giringiyê dide gotinên wî. Ji ber vê yekê weşandina hevpeyvîna bi serokê hikumetê re xwedî giringiyeke taybetî ye ji bo nasandina helwesta Kurdan di medyaya cîhanî de.

Tevaya hevpeyvînê bi zimanê elmanî:
http://www.welt.de/welt_print/article2093700/Einige
_wollen_nicht_verstehen_dass_der_Irak_foederal_ist.html

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…