Di destpêka meha berçille ya tê de, rojnameya me (DENG) dighêje hijmara xwe ya sedemîn, û di vê helkeftê de em pîrozbahiyê pêşkêşdikin ji xwe û hemî xwendevanên DENG re.
Helbet hêjano , DENG a ku hijmara wê ya (0) di meha Tebaxa sala 1995 ê de derket , û di 154 mehan de…
Pirtûk: Cuxrafiya Sûryê ya xuristî.
Daner: Mamosteyê zangoya Şamê – Sûrye- D. Adil Ebdisselam.
Wergêr: Xalis Msewer
Kizînofon(400)b.z. Koka Kurda vedigerîne ser miletekî, ku Yûnanî jêre Kurdoxî dibêjin, lê (Noldîkê) û (Hartman) û (Fîsbax) jî wan bi ser rûniştimanên welatê Faris (Sertiyan) de dajon. Ev zanyarên ha, rastiya vê gotinê, di nêzîk bûna di nav bera…
Komîta amedekar, wek her meh, şevek dewlemend bi beşdar bûna gurzek ji nivîskar , çêroknivîsan , nûnerên kovar û rojnaman û zimanhez rêzanên kurd li şamê taxa kurda şeva xwe ya lêkolînî Di roja înê 31-10 2008 an de li darxist .
Rêveberê şevê mamoste Şêx Birîmce xêrhatina beşdaran kir û bi kurtî li ser jiyana…
Beşîr mele
ji bo çi perbelê xwe kuşt!?
di dema ku havînê germaya xwe dipêça
cîh ji payizêre di hişt
hûrik hûrik tehtên sincirî
çengên xwe da diweşandin ji germê
serma û hilma zivistanê himbêz dikin
çivîka perbelekî, di van kêferatên suruştî de
li banî û gelyan digerya
kulîlk bi kulîlk
li rojdar û berberojkan di gerya
hêlîn di çavê rokê de di hûnand
Segvan…
Hevpeyvîn: Xebat Şakir
Kemal Heraqî li Başûrê Kurdistanê li gundê MilaÇepera hatiye dinê Ji zarokatiya xwe de ji şêwekariyê hizdikir û her hêviya wî ew bû ku rojekê ew bibe şêwekar û êş û azarên gelê xwe bi perîka xwe li ber çavên cîhanê rayêxine.Kemal Heraqî di sala 2002an de ji welatê xwe koçdike û berê…
Dr. Heznî Haco
heznihajo@hotmail.com
Di salên bûrî de kêm kes û rêxistin – bi taybetî di welatên paşketî de – man, bê ku bi pirrdengî û pirrdengiyê ( te`edudiyeh) bang bikin. Em kurd di demek pirr kurt de ketin serê govendê û me yên din dan paş xwe. Di welatên pêşketî de kes vê daxwazê…
Demhat Dêrikî
Çi dema çavê min pê diket,min pêjin dikir ku hemû derdên civaka me li ser rûkê wê yê keser kûr,bajarê xwe avakiriye.Çi dema min ew didît,min pêjin dikir ku bagera zagrosan di nava min de rabûye û ez di nava kefenê sipî de tême peçan.Çi dêma çavê min pê diket,ber min ve dihat…
Cemşîd Bagokî
Doh(05/11/2008) bi beşdarbûna komek ji dost û şagirtên seydayê Hiznîyê Selîm di gel çend rewşenbîrên kurd û bi serokatiya Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî, Seydayê Hiznîyê Selîm ( Bavê Adil) hat xelatkirin. Seydayê Hiznîyê Selîm yê ku wek dibistaneke orjînal e, di warê mûzîk û strana kurmancî a reqsê de. Bi saya wî gelek…
Helbestvanê Kurd Xizan Şîlan bi pirtûka xwe ya duyemîn a bi navê ”Pêjnên Laşê Mirî” çend helbestkulilkên din li bexê wêjeya kurdî zêde kir.
Instituya Kurd li Stockholmê jî bi vê mûnasebetê şeveke wêjeyî ji bo helbestvanê hêja li dar dixe. Xizan ê bi xwendina helbestên xwe yên li ser evîna welatî, xewn û xeyalên xwe yên cinaha giyanî…
Xizan Şîlan
tu bûyî
gurê devbixwîn û har
te berda laşê min jehra mar
ey mirovê desthilatdar
te em daleqandin
avêtin dar
diqefilim li zivistana sar
bi dengê qêrîn û hawar
bi navê xebatkar û cotkar
helbestvan û nivîskar
ez ê ji te re
kufuran bikim car bi car
ey mirovê xwînmij
mirovxwer û mêrkuj
li ber çavên te dûman û mij
ez tî û…