welateme

Her sal, di meha Oktoberê de, pêşengeha pirtûkan ya mezin li Frankfurtê li dar dikeve.
Di her salê kultûra welatekî dibe mêvanê vê pêşengehê. Vê sal ê, Türkiya bûbû mêvan. Bêguman di Türkiyê de, ji bilî Türkan neteweya kurd jî heye. Her çende, siyaseta fermî ya Türkiya dixwaze vê rastiyê piştguh bike, lê carnan…

Gurzek gul
Seyda parêzgarê kurd yê hêja Xelîl Mihemed Elî Yûnis rewşa wî ya tenduristî ne baş bû û bi sedema nexweşiyê çûye şamê cem bijîşkin pispor bo çareseriya êşê .
Xelîl Sasunî ji şagirtên rêza pêşî yê helbestvanê nemir cegerxwîne ,yek ji mêvanên koçika qamişlo yên berdewam e , û şevbiwêrkê helbesta ji me…

Hozanê girkundê

Li vî welatî gotin têde lerzokin di qefilin tev tazîne bê tebatin an jî tirsokin xewn û hêvî bê watene tim revokin bê hevokin li vî welatî gerdûn rşe her tariye dem sal girtîne xenqîne gemkirîne li vî welatî jiyan bê ser û bere xav û sar di mîne herdem lale mîna lalbûna zemînêye…

ZAGROS OSMAN

hêsrêt yara min kilkirin
bi xweliya şewata hêlîna xewna min
jibo xaçekî ji agir… lidarxin
di sibeha minî kur û kem de
amudê efsanek zikmakiya
hertimî … şewat sozê xwe pêre heye
***
li ser qevdikên destên dayikên bi girî bilya ne
neqşên deqandî hene
qehra biroskan… dibêjin
li amudê çend mesîh şewitî ne
çend……

HOŞENG OSÊ

Tevlî ku piraniya texmînan digotin dê Barak Obama bi ser keve, lê tevahiya cîhanê, bi serketina wî hîn jî mijûl dibe. Dibêjin, xwedêgiravî, dê siyaseta Obama cudayî ya Gorg W Bush be. Gelek kes hêviyên guhertin û veguhertinê ji Obama dikin. Lê dîroka siyasî ya DYA’yê, encameke din dide mirov. Ev encam, bi…

Zubêr Salih stêrek ji stêrê hunera Kurdiye û li asîmanê Binxetê şewiq veda û li Kurdistanê tevî geşbû, Zubêr Salih ji kaniya hunera Kurdî av vexwariye û li ser pelên gula Dirbêsiyê nav xwe nivîsandiye.

Zubêr Salih ev zêdeyî sî sale ku di derya hunera Kurdî de avjeniyê dike û ji kaniya welatparêziyê vedxwe, îro…

Meşel Temo

Dema bê dem bi tîrêjên roniyê, roniya ne xuristî bê hest dibûre li ser nexşeyên dîwarin çar qozî û bê deng di çilmise, ew nexşeyên ku her xêzek ji wan êşgirtina mirovekî tomar dike.
Ronî ew ronî ye, bi guhên mirovan tête hisandin dem jî bi dengê xîzxîza qapiyên qûtîkên tenahiyê bê dem di…

Xwendevanên hêja û delal,
Bi destpêka payîzê re wekî ku we şopand û bi baweriya me ku niha gelek ji we jî beşdar bûne; liv û tevgerên ji bo ziman wek pêlekê bi ser rojevê de girtin. Vê yekê dilê tevahiya kurdîhezan xweş kir û ew hêviya ku bi girtina qursan re şikestibû ji nû ve…

Demhat Dêrikî

Meha avdarê bû,lê mirov digot qey keça rojê tebax bûye serdestê sirûştê,ew çend hilim ji erdê radibû.Genim û ceh hêdî hêdî dişewitî û erda di nav hêviya barîna baranê de dikir feryad,zikê wê dişeqitî û her dikir nale nal!
Dayîka ku barê jiyanê hilgirtibû ser pişta xwe,weke heroj berê xwe da ser erda ku…

Arjen Arî

dil
navé te kaçûmanok, navé te béndera tayésira nesimî hénik tenik, dil Çola Kerbelayéziman melhéba peyvan, çarînan didérim hemû qamûs bi navé te radibin reqs û semayé
şitl
1şeveké, hew şevekéji paşîvé heta şeveqéez bibûma bahrek û tu kelekek bûya li kéleké!

2biçûma… dûr biçûmali parsa hezé leqayî te bibûmaparsa kirî me bikira şekirû me bela…