Koçika Qamişlo ya çandeyî saxlemîyê ji Helbestvan Xelîl Sasûnî re di xwaze

  Gurzek gul
Seyda parêzgarê kurd yê hêja Xelîl Mihemed Elî Yûnis rewşa wî ya tenduristî ne baş bû û bi sedema nexweşiyê çûye şamê cem bijîşkin pispor bo çareseriya êşê .

Xelîl Sasunî ji şagirtên rêza pêşî yê helbestvanê nemir cegerxwîne ,yek ji mêvanên koçika qamişlo yên berdewam e , û şevbiwêrkê  helbesta  ji me re pêkanîne .
 em bi navê koçika qamişlo ya çandeyî gurzek gul jêre dişînin ,hêviya saxlemî û nuşîcaniyê ji helbestvanê xweyê delal û xweştivî re dikin , daxwazê ji xwediyê mezin û dilovan dikin bo mamoste Sasûnî ji nexweşiyê rizgar bike , û bi saxlemî li dost, heval û hogirên wî vegerîne , temenê wî dirêj bike, bê êş û jan .

12 / 11 / 2008 e. z

Kocika qamişlo ya çandeyî 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…