welateme

Idrîs Hiso

Youtuberê Kurd Ekrem Osman ku xwedanê tekane bernameyê tinaziyê ye li ser tora medyaya civakî YouTube di postekê de li ser rûpela xwe ya Facebook ragihand ku ew dê bernameya xwe ya bi navê NOSITIVE bide sekinandin.
Di nav bi dehan kenalên telvizyonê yên Kurdî herwisa radiyo û kenalên Youtube de hîç bernameyeke tinazî…

 

Konê Reş

Gelekan li dor pewendiyên Kurd û Ermeniyan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan kirine û Kurd bi tawana kuştina ermeniyan gunehbar kirine.. Ez bawerim tiştek ji vê yekê heye, ew jî sedemên xwe hene; rewşa Kurdistanê a ciyopolîtîkî, perçebûn û dagirkirina wê, qedexebûna zimanê Kurdî û dawî qedexebûna lêkolînên rast û durist li dor…

 
Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Nehro gotibû:Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Îngilîzî ji zimanê xwe pirtir zanim,çavên min tijî stêr dibin .
WÊJE Di ROJNAMA( ROJA NÛ )De
Di rojnama (Roja Nû) de hin cureyên wêje hatine weşandin; 1-Helbest,2-Çîrok û 3-Zargotin.
Di vê xelekê de;em dixwazin tenê li ser helbestan rawestin;di hemû hejmarên vê rojnamê de…

Yusra Zibêr

Bi ser mede hat
Êş û bobelat
Bê çar û ne çar
Betalî bê kar
Ev nerxên bilind
Li warê mey rind
Zarok man birçî

Xemgîn û bê cî
Pê xwas û bê cil
Hinar tev bûn şil
Dilop di niqutîn
Cerg di perpitîn
Zivistana sar
Bi serma dijwar
Li derî dixîne
Bahozê tîne
Zarok pirçîne
Nan li malê nîne
Bê xazin em her
Bê çayê û şekir
Bê mazot em man
Çile bibî qurban
Dolar…

 
Konê Reş

Berî çend rojan, di civîneke rewşenbîrî de, çend kesên amûdî jî hazirbûn.. Di nav axaftina me de yekî ji wan amûdiyan/ Fewazê Bengo got; şêwra çûka li ser garisê Hecî Berko.. Min jê birsî, gelo tu çîrokê zane? Keniya û li min vegerand; ma ku tu nizanibe ez ji kû zanim.. û wiha min…

 
Rêber Hebûn

Hewildana mirov ji bo êşê têbigihe û aşkere bike ne hatiye avakirin li ser meraqek e xweser , ku nîgaş û çêja afrêner an xewindar meyldarî wê be, eger bîrnas an hunermend be, lê qemitandina takes bi derdên xwe yê girêdayî bi komê ve ew hîştibû ku di nav êşê de bifire, ji ber…

Ebdilmecît Şêxo

Vê sibehê tu kenî
Di dîma te de
gulek şiqin da
Min dilopek ji şabûna
çavên xwe
bi ser de rijand.

Di sibeha din de
Li aliyek rûçka te de
Sêvek jî çê bû
Li aliyê din hinarek dikeniya
Ez hîn diponijîm
Eyan ez kîjan aliyê bixwim!!
Lê siba tu dîsan
Li cem min bibe mîvan
Ji bîr meke !
Sêv û henara xwe…

Emer ismayîl

Nivîskarin ji bu hebunê li Karin
Şev û rojan li hespê xwe swarin
dîrok nasin bihiş mendî dinêrin
Ji bu Azadîyê herdem şîyarin

Hemî çerxa bizav û ramîyarin
Xameyame himber topê nearin
Şevên tarî dikin ruhnî ji gelra
Ji bu jînê û surştê gulbharin

Nivîskarin û çavnêrê welatên
Bi Armanca hebunê ceng civatin
Ji bu rastîyê dipîvin û…

Nîzar Qebbanî
(Wergerandin ji Erebî: Cankurd)

Kenok-girînok bû şergeha kendavê
Ne şûr li ser şûran şikestin
Ne jî mêr rabûn li mêran
û ne jî me Aşûr Banîbal carekê dît
Lê hemî ew ji ber ma bo antîkxaneya dûrokê bû
Ehramatin ji solan!!

Kî yê me ji rewşa dulayî rizgar bike?
Kî yê bi me bide bawerkirin, ku em ne reviyane?
û em…

Ebdulwehab Elbeyatî

1
Dara biyê rondikên evîndarekê dibarîne
Sînga xwe ji birûskan re tazî dike
Fêlbazê demsalan li ser lingên wê diçe sicûdê
Sermê tazî bêhn lê çikandiye û berfa dexlan rû
veşartiye

Erdê diqelêşe, tazî dike, dimire
Dilopeke ronahiyê dihêle
Navbera her du memkên wê yî biçûk û di nava wê
de lerzîna volqanekê dipijiqe
Wisa tovan dikşîne sînga xwe
Ji kûrahiyê germayê didoşe, damar…