Dîtinekê di têgihiştina êşê

 

Rêber Hebûn

Hewildana mirov ji bo êşê têbigihe û aşkere bike  ne hatiye avakirin li ser meraqek e xweser , ku nîgaş û çêja afrêner an xewindar meyldarî wê be, eger bîrnas an hunermend be, lê qemitandina takes bi derdên xwe yê girêdayî bi komê  ve ew hîştibû ku di nav êşê de bifire, ji ber ku henas kedekî dide bin saya cengê, ta bi bar û giraniyên xwe rabe û xemsariyê derbas bike,lê timî bi zinarê kelemê dikeve, û mirin buyerek î şopedar e di sazîkirina hunerê de, û hêmanek î sereke ye, takes dihêle kedekî bide ji bo berketî tiştê ku di jiyanê de çêdibin bibe, ji girtinhevî û berjewendiyan, û têgihiştina henasê mirovî bi evîna jiyanê ve têkildar e, û  bi tevderbasbûna dijwar bi xwestek, hezkirin û dilxwaziyên mirovî ve jî girêdayî ye,

 

û dibe ku rastiya zorenga heyî, têgeha dijwateyan cîgir bike yê bi mafê jiyanê re ye dewsa çanda mirin û tundirewiya olî, û girîngtirîn navdêr ji bo berdewamkirina vê zorengê ewa evîna erdê ye û berzbûna wê di wijdan û huş û sewda de ya taybet û giştî mîna nirxek komelî, dûrî tiştê ku bîrdoziyên siyasî dibêjin,lê bi armanckirina damezrandina jêhatîbûnek e mirovî,  pêdivî ye li ser afrêner ku bi hemî çêjên cuda re biaxive bi banga wijdana berketî, ne wek tiştê ku gotarên siyasî yên kedî dibêjin, û bandorên zimanî û mirovî ji bo çareserkirina kêşeya hebûnê ne, û hevgariya takes di hizrê wêjevan an ramanyar de ne tenê buyerk e, lê pir caran pêkenok bi hevgarî ve cîteng dibe, û dibin komek hest ji tenazî, laqirdî û hêrs pêktên,  me dihêlin ku em  berketî alavek e rexnî bin ji bo çareserkirina  lerzên jiyanê û qelişiyên wêna, û sixêf tenê  bersivek e deronî ye ji hêrs û dudiliyê di kesayeta takes de dertê, ji ber ku evîn çêbû ji bo bergiriya henasê me bike di şer de, û herwiha demukartîkirinê saz dibû ta ku  li dijî sitemkarî,tundî û hovîtiya destpêkê raweste.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…

Rêxistina Jîyostratîcîk ya Civaka Sivîl a Kurdî vê bangewaziya lezgîn ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Hikûmeta Şamê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û mirovî, her weha ji raya giştî ya Sûriyê, herêmî û cîhanê re dike, li ser rewşa mirovî ya dijwar a hezaran welatiyên Kurd ên ku piştî salan ji koçberiya bi zorê vegeriyane bajar…

EBDILBAQȊ ELȊ

Tişta ku roja Pêncşemê, 7ê Gulana 2026an, derbarê bûyera rakirina zimanê Kurdî ji pankarta nasandina Koșka Dadweriyê li Hesekê qewimî bû, ango bilindkirina tabloya binavkirinȇ ya bȇ zimanȇ kurdȋ li ser avahiya dadweriyȇ, û hin bertekên ku pê re hatin, ji xwepȇșandanȇn nerazȋbȗnȇn ku bi dirêjahiya çend rojan di navbera…

Welatê Me – Taybet

Zimanzan û nivîskarê Kurd Muhemed Ehmed Reşîd ragihand ku çapa duyem a berhema xwe ya ferhengî bi navê “Ferhenga Sobaro” derketiye ronahiyê. Ev ferheng, ku bi şêwazek taybet li gorî rêzbendî (serwayî/qafiyê) hatiye amadekirin, ji bo zimanzan, lêkolîner, helbestvan û hemû kesên ku bi zimanê…