Jiyana tehl


Yusra Zibêr

Bi ser mede hat
Êş û bobelat
Bê çar û ne çar
Betalî bê kar
Ev nerxên bilind
Li warê mey rind
Zarok man birçî

Xemgîn û bê cî
Pê xwas û bê cil
Hinar tev bûn şil
Dilop di niqutîn
Cerg di perpitîn
Zivistana sar
Bi serma dijwar
Li derî dixîne
Bahozê tîne
Zarok pirçîne
Nan li malê nîne
Bê xazin em her
Bê çayê û şekir
Bê mazot em man
Çile bibî qurban
Dolar bilind bî
Buhayî tûnd bî
Perême lêrin
Ne dolar  yorin
Lêrê sûrîne
Ne emrîkîne
Ev nerxên giran
Li ser me baran
Buhayê xwarin
Nikarin bikirin
Bi xem û raman
Em tên girêdan
Dor pêçîna zor
Li me hawîrdor
Xem û wêranî
Li şarêm danî
Êş di barandî
Di dilde çandî
Barkirin him tev
Milet tev bi rev
Penaber tev man
Li şarê beyan
Leşkerya ne çar
Xort neman li war
Li derya bû şîn
Halan û qêrîn
Barkirin ji war
Bi xemên tev jar
Bê xwendin ana
Zarok li kolana
Bê pêşrojin ew
Jiyanek bedew
Bi ser med anî
Şîn û giranî
Bê dest û lebat
Bê kar li welat
Çawa bi bûre
Jiyan bibhûre
Sitemkar û jar
Li jîna dijwar
Ev dema birîn
Her têd em dijîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…