welateme


Nizar Yosif

Şeva hêmin li me geriya
Taristan li me teng bû
Deriyên gerê hatin girtin
Tenê yên dil mane vekirî

Ewran konêreş stûr vedigirtin
Heyvê çavê xwe ji me digirt
Siha me ji ber kêlekan radikir
Sih digirya
Çira agirê me ji roniya çavên
Me bû
Ew e rastiya min û te
Dilpakî peymana dostaniyê
Wêneyên dilsoziyê
Ji qitrana şevê
Çilvilandina stêran me…

Hoşeng Osê

Kevirek, li bin siya payizê, kayîna sawêrên xwe dike.
Çavên bajarekî, ji girî dirjên, û çar gund, xwe bi dîlokan guştin.
Pêjna kuştarekê tê, û bihna kujerekî, ji daristana reşbîniyê tê.
Ji gewriya xezalê, xwîn tê.

Berbûyê qîza bajarê evînê, ji dawiya demsala girî, ber bi mirinê ve tê, û pêrgî tenahiya min tê.
Ma tê, yan ne tê…?!.
***
Nermê…
Kewara…

Maruf YILMAZ

“Bîra Qederê” romana Mehmed Uzunî a çaremîn e. Wî bi romana “Bîra Qederê” hêjayiyeke nûh li edebiyatê zêde kir û kurd kirine hevparê edebiyata cîhanê. Romana “Bîra Qederê” ji aliyê Weşanên Avestayê ve li Stambûlê hatiye weşandin. Tê de şanzdeh fotograf dipeyvin û bi temamiya xwe 260 rûpel e.
Di Bîra Qederê, de, tiştekî…

Dîdar: Demhat Dêrikî
W: Birêz Birader, îro li ser qada hunerê, ew kesên ji xwe re dibêjin hunermende û bi navê hunerê diaxifin, ger Kawîs Axa, Şakiro û gelek hunermendên di nava klasîka wêjeya dengbêjiya kurdî de diyarin tênegihêjin, em dikarin bêjin ew hunermendin?B: Belê, li gora pirsa te, em dikarin ji wan kesanre bêjin hunermendin…

Seyid Feysel Muctevî

Bihare gul webû rabe bibîne deşt û sehrayê
Cihan bû kesk û sor û zer xeber ba daye dinyayê

Bila pîr û civan rabin bi wê cejna mezin şabin
Girêdin dawetek kurdî dihol û saz û zirnayê

Bihara nû de ramûsin qiraxê sûmeta şahî
Bi şabaşa xelata aşitî tim bidne dinyayê

Bibin coş û xoroşa gund û bajêra bi…

Boniye-suad cegerxwîn

Ji bo ko em karibin nifşekî rihet û durist bi kesayetiyeke sax ava bikin , ji bo ko em karibin bi awakî rast zarokê xwe perwerde bikin ,ji bo ko em pirsgirêkên derûnî bi wan re di pêşerojê de çênekin ,divê em zanibin çawa emê wan ji destpêkê de perwerde bikin ,berî …

Yasîn Hisên

Di pêşiyê de, çêçkê mekînê çi ne? ew çêçkê mirîşkê mekînê ne, ku kurd ji wan re dibêjin çêçkê mekînê, ji ber çawa çêçik ji hêka xwe derdikeve roja din dibe mirîşkek e qelew giraniya wê heta bi du kîlo û du kîlo û nîvan jî derdikeve. Ji lewra hatine naskirin bi çêçikê…

Endamên Dezegha Ewlekariya Siyasî li Dêrikê yekşema buhurî siyasetvanê kurd Mehmûd Xelef Sefo (1958) girt. Li gor agahiyên ku malpera KurdWatch.org bi dest xistine, endamê polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Sefo hat girtin piştî wî serî li Dezegha Ewlekariya Siyasî li Dêrikê dabû. Ew roja duEw roja duşemê hat veguhestin Dezegha Ewlekariya…

Di roja 30/03/2010 an de Helbestvan û nivîskarê Amedê(Diyarbekirê), Arjen Arî, di ber Komeleya Nivîskarên Amedê de bi hatinek taybet ji Diyarbekirê hat Qamişlo, bo şûna rehmetî Rezoyê Osê û serdana gora wî.
Danê sibehê, mamoste Arjen Arî di gel çend nivîskaran çû mala rehmetî û sersaxiya xwe û ya nivîskarên Diyarbekirê ji…

Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Bandora perwerdehiya dagîrkeran, şûnşopa dijwar a çanda serdestan, hewldanên rêbazane yên talankirina giyan û laşê ziman, çand, kesayetî, bîr û bîreweriya mirov û civaka kurd û valakirina civakê ji naveroka kultûra wê ya gelmper û dîrokî, lawazkirina bîra wê ya resen û li gorî berjewendiyên xwe yên dagîrkerane ji nû ve çêkirina mirovê kurd,…