Çawa emê zarokê xwe perwerde bikin

Boniye-suad cegerxwîn   

Ji bo ko em  karibin nifşekî  rihet û durist  bi kesayetiyeke sax ava bikin  , ji bo ko em karibin bi awakî rast zarokê xwe perwerde bikin ,ji bo ko em pirsgirêkên derûnî  bi wan re di pêşerojê de çênekin ,divê em zanibin çawa emê  wan ji destpêkê de perwerde bikin ,berî  her tiştî divê em wek dê û bav,bi zarokê xwere heval bin , bi awakî rast û vekirî bi wan re bidin û bistînin ,bi wate ko em  alîkariya wan bikin ko bi hebûna xwe bihestin û vî hestî  pêşve bibin herû ha hestê ,(EZ)  li cem wan tund û bi hêz bikin
rê bidin wan ko xwe bi der û dora xwe ve bidin naskirin wek mînak(ez Nazê me ,ez amedim ,ez karim ,ez sê salî me ,ez naxwazim ,) ji bo ko di pêşerojê de ew bi xwe û bi karê xwe serbilind  bin û ji ber xwe fedî nekin, her û ha bela di  biryarên xwe de jî serbixwe bin ,wek ko em bi serxwebûna gela re ne , divê em bi serxwebûna zarokê xwe re bin , wek mînak bela zarok bi xwe biryarê bidin ko ewê  çiqas xwarinê bixwin,bela ew  bi xwe  valakin sêniya xwe ,carna kare zêde be ,carna jî wê kêm be  ,lê ya herî giring ewe ko wan bi xwe biryar dane ,bela ew lîstikên xwe temîz bikin û oda xwe tikûz bikin ,em tenê karin ji wan re alîkar bin,dîtina xwe ji wan re bêjin , wê demê zarok xwe bi karê xwe serbilind dibînin  û kêfxweş dibin ,bi taybetî  gava em pesnê karê wan bidin  îdî bi serfîrazî dibêjin ,min ev kar kiriye.  Giringe ko em bihêlin zarok xwestina xwe bi kar bînin û ezmûn bikin wek mînak , em bihêlin ko  ew bi xwe kevçî  bigrin  û bi xwe jî  bixwin, lê  divê em jî gel wa bin,ji bo alîkariyê .ji erkê me ye ko em rê bidin zarokê da zanebûna xwe derxênî ,wek mînak ,bela alîkariya me di şûştina firaxan de bikin , bela li gel me ew jî kilorê hevîr çêkin da ko gava çêbibin bêjin (ev kilora han , min çêkiriye ) bi vî awî di pêşerojêde bê tirs riya xwe  vedike bi taybetî  ko em karibin bi dilovanî û bi deyax ji wan re her tiştî şîrove bikin û bêjin çima divê ev tişt wilo be ,sedema wê  çiye. Ev hin ji tiştên giringin ko divê em di perwerdekirina zarokan de bi kar bînin , min di pirtûkên xwendina  xwe li ser zaroka li swêdê xwendiye her uha ji hin semîner û kursên rewşenbîrî  li ser perwerdekirina  zaroka ,ko ez lê beşdar bûme, hêvêdarim ko em dê û bav wek miletekî  bindest di hundirê mala xwe de azad bin û li ser teoriyên demokrasî  zarokê xwe xwedî  bikin da em ji gelê xwe re nifşekî rihet û durust amade bikin , her uha cudayetiyê di nav perwerdekirina zarokên xwe de qet nekin ,çi nêr be û çi mê be,zarok tevde wek hevin , tev mêweyê malbatê ne,eger em karibin bi vî awî serkevin ,bê goman emê wek milet jî  di awê demokratî k bi serkevin  .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…