Çêçkê Mekînê

Yasîn Hisên

Di pêşiyê de, çêçkê mekînê çi ne? ew çêçkê mirîşkê mekînê ne, ku kurd ji wan re dibêjin çêçkê mekînê, ji ber çawa çêçik ji hêka xwe derdikeve roja din dibe mirîşkek e qelew giraniya wê heta bi du kîlo û du kîlo û nîvan jî derdikeve. Ji lewra hatine naskirin bi çêçikê mekînê.

Dema ev pîşesazî (pîşesaziya mirîşkan) li dunyayê derket, bi xwe re gelek Teknolocya din jî anî, bi taybetî ku aniha dunya ketiye serdema Globalîzmê de. Û ji gelek qenciyên wê çêçkê mekînê û bêrîkfon û malperên Internêtê  û nivîskarên mekînê…û …HD.
Em jî miletê rojhilat, him bi him hinek ji wan qenciyan bi ser me de dibarin, û carê tiştekî nuh- ku li cem xelkê Kevin dibe- bi ser me de tê, û dibe mîna modakê her kesê xwe dighînê bi xwe dipesin e.
ê ma aniha moda malperên Internêtê li cem me xurt bûye, ev dunya di hundurê dunyayek e din de, lê mixabin ê me em ji ku destpêdikin û di ku re derdikevin, ez dibêjim qey kêm kesên pispor di vî warî de di nava me de hene…
lê ev moda han di çend qonaxan re li cem me derbasbû? Li cem ê ku ev zaniest çêkirin, di gelek qonaxan re derbas bû, û sade ji me re hat, anku em di tu qonaxan re derbas nebûn, tenê me hazir rahişt vê zanistê û me dest bi karê xwe kir…
her yekî ku karîbû xwe bighîne razên vî karî ji xwe re malperek vekir, û li gora kêfa xwe malpera xwe xemiland bi gotar û helbestan û wêneyên xweşik…lê heta çi astê ew malper ji aliyê rojnamegerî hatiye qebûl kirin? mixabin heta nuha kêm lêkolînên rexneyî li ser van malperan çêbûne..?
vaye di roja me ya îro de bi dehan malperên Internêtê vedibin û her roj diçe malperin din vedibin…
belê ê me em kêm di qonaxa rojnamegeriya kaxetî re derbasbûn, ji ber wê em tîbûna xwe bi malperên Internêtê dişkînin… ji ber ev malper gelekî erzan bûn e û hinek ji wan hene belaş in. vêga herkes dikare bibe xwedî malper bi pereyin kêm. Lê ev kes heta çi radeyê pispore di vî warî de?
Hin malper hene mercên hunerî di wan de heye, lê gelek mercên karê rojnamegerî di wan de peyda nabe, û li vajî wê hene ên ku nîv nîv in, û hene herdû merc jî di wan de peyda nabe…!

Bê goman, ku malperin hene roleke wan a giring heye, û merov nikare mafê wan winda bike, û heta roja îro jî dibin malperin sereke ku rojê bi hezaran mêvanê wan hene, û barê rojnamegeriyê hildane ser mile xwe û cihê rêzgirtinê  ne…lê mixabin malperin hene û nivîskarin jî hene mîna çêçkê mekînê ne, di rojekê de deng bi xwe dixin, û di roja din de xwe gelekî mezin dikin… û sed mixabin jî ku roja din qirika wan dikeve bin kêrê de û têne serjêkirin…!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…