welateme


Dilbirîn Halo

Şevê dî li Dêrsimê
Ez li navê xwe digeram
Min di bejna agirî de
Sema dikir ..

Ez gulek bûm di destên zarokên
Wanê da bibûm hêvî
Dayikên şehîda li benda min
Doayên jî dirêjiyê dixwestin
Ji xwedê
Bo kêşana azadîyê
Bi serbestî, bibînin .. ew bimînin
Mehmet, xewnên min û te
Jêk dûrin
Ez di eşqa amedê de
Yê aşiq bûyîm
Tu kekê min ..
Yê bi şeve dîskoyên
Sitenbolê…

bi navê xwe û hemî kesûkarê xwe supasîya hemî Heval û Dost, Hijêker, Partî , Rikxistin, Rewşenbîr, Ronakbîr, Nivîskar, xwedîyên Malperên îlîktronî yê kurdî, û Nîştîmanparêz di hundirê Welat û derveyê Welat (Rêwengî yê) yên beşdarî Behîya me bun çi birêka amadebûnê yan bi Telefon, yan bi rêka Malperên Kurdî û xemên me Sivik kirin…

Dilovan çeto

Nayê veşartin ku çawa tor û wêje bandoreke pir mezin li dîroka gelande di leyize, û bi teybetî wêjeya ku ji zarokanre tê nivîsandin û xebata divî warîde ku tê kirin jibo di paşerojêde mirovin jîr û zana û kesne positîv derkevin di nava gelê xwede. Lê belê bêtir rewşenbîr û herkesê ku…

Ciwan Nebî
ciwannebi@hotmail.com

((yabo))
Dibêjin: Tu ji min zirav û dirêjtir bû,
destên te jî dilerizîn
û gotinên te yên şahîk
weke derewê evîndaran
zû dişemitîne dilan
ez nizanim wilo dibêjin.

zarokek bûm, hîna fêr nebûbûm sola xwe yî rastê ji ya çepê nas bikim, li taxê û hevalên xwe, di kavilê Hiso de em diciviyan_ li paş mala me. Cigero…

Nizar Yosif

Ji qelan ê sergo yên xwe berdan
Tiyên herdem
Ji qulîteyên jehir î ne nûşiyan
Çermçir ê kizirî avêtin
Kizik ên pehtî hiştin

Ji mand ên sînor kêşan revîn
Karwan li pê kêşa hev çûn
Nîşan ji wan ve nexuyayî
Hogirên xwe şopandin
Ji rojhilat
Berû şînwarên rojava
Li kêl ên gor ên xwe hiltepilîn
Bi rê de wenda kirin…

Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

Kekê Arşevîn, em hindekî derbasî nava çîroka cîhana vê şaxa hunerê bibin, ev çîrok çawa destpêkir, dergehê vê cîhanê çawa vebû, jiber çi(di dîrokê de)?


Bi rastî ev şax pir xelek jêre divê ,lê em bi kurtî hinekî li ser rawestin ,em ê bînin ser şaxê huneriyê bi tevayî, yan bi taybetî şêwekarî.

, ew li…

Şîndar A_yûsif

Hîn em nizanin yan em dizanin û di ser guhên xwe re davêjin, helbest çiye?
Hîna ev babet di Şevên Helbestê de lidare, vê carê babet helbesta nûjen bû, û helbestvan Axîn Mîrxan bû, belê êvarek wek vaqa êvara, mêvan, nîvisandin, guhdar kirin û xwendin li dar dikeve.
Di vê şeva Helbestî de, li…

Nivîser: Abram ŞAHÎN

“Kurdan gelekî ji bindestiyê kişand, loma gerek ew bilind bibin asta nakokiyê û fikreya lavêj û perîşaniyê li pêşiya raya gîştî berdin, û li dêvla wê sratîjiya globalkirina lawaziyê, weke cuhî û ermenan bixebitînin”
Ehmed QILÎÇ

Geva miletek xwe dide xuyan weke miletekî perîşan ev tişt ne xwedî wateya ku gelên din dê…

Ev zêdeyî heftîyekê ye ku 31 penaberên kurd li ber parlamentoya Danîmarkê ketine girava birçîbûnê.
Ji roja duşemba 13.09.2010’an de 31 penaberên kurd ji Rojavayê Kurdistanê, ku hemûyan reda penaberîyê li welatê Danîmark wergirtine û di bin tirsa paşdevegerandinê de dijîn, li ber parlamentoya Danîmark di hundurê çadirekê de dest bi girêva birçîbûnê kirine.
Danîmark…


Ehmed Bavê Alan

Ezê ji pêçeka jiyana xwe
Rûpelekî jêkim!
Û li xêza dawî
Çîroka evîna xwe bi tere
Bi nosim
Çimkî çîroka min bi tere
Pirr hindike

Ezê memika giriyê xwe
Li nav meya zelal bixim
Ta tû jê serxweş bi be
Ezê dergûşa temenê xwe
Bikim kunca
Bûk û zavê
Û tenê tû xemla kuncê be
Ezê diyarîyên xwe
Di gel xwe
Diyarî te bikim
Tê bîra te…