Li Danîmarkê penaberên kurd di girava birçîbûnê de

Ev zêdeyî heftîyekê ye ku 31 penaberên kurd li ber parlamentoya Danîmarkê ketine girava birçîbûnê.
Ji roja duşemba 13.09.2010’an de 31 penaberên kurd ji Rojavayê Kurdistanê, ku hemûyan reda penaberîyê li welatê Danîmark wergirtine û di bin tirsa paşdevegerandinê de dijîn, li ber parlamentoya Danîmark di hundurê çadirekê de dest bi girêva birçîbûnê kirine.
Danîmark dibêje ku ev pênaber ji Yunanîstanê hatine vira û serî li pênaberîyê dane û dixwazê wan careke din bi paş da vegerînê wira û bi vî awayî xwe ji wan xelas bikê. Lê ji bo ku neyêne şandin van pênabêrên kurd jî dest bi vê çalakîya birçîbûnê kirine û vê biryara welatê Danîmark protesto dikin.
 Bi vê çalakîyê jî dixwazin bala raya giştî bikşînin ser rewşa kurdên Rojavayê Kurdistanê, ku bi dehên salane di bin zilma rejîma Sûrîyê de weke hêsîran hatine girtin û ji her mafan bêparin. 

 

Pênaberên kurd di nav metirsîyeke gelekî mezin de ne û qet şika wan jê nîne ku wê dewleta Yunanîstanê jî piştre wan bi darê zorê vegerînê Sûrîyê, heke ku wezareta bîyanîyan li Danîmark guhê xwe nedê pirsgirêkên wan, wan piştguh bikê û rewşa kurdan li ber çav negirê. Gelek ji pênaberan dibêjin ku ew amade ne ku heta bi mirinê jî vê çalakîyê berdewam bikin, ji ber ku ew dizanin ku wê rejîma Sûrîyê çi bînê serê wan, heke ku bi paş da bêne vegerandin. Gelek ji wan bi xwe di bin îşkenceya rejîma Sûrîyê de mane û dizanin çi li benda wane. 

 

Berîya çend rojan tenduristîya xortekî ji wan kete rewşeke xerab de û ew rakirin nexweşxaneya Rigshospital’ê, lê rewşa wî niha başe. Îro jî ew li binê çadirê bû û bi hevalên xwe re dîsan çalakîya xwe berdewam dikir.

 

Lê dîsan îro danê êvarî du xortên din jî ji ber tendurîstîya wan a ne baş bi ambulansê rakirin nexweşxanê.

 

Pênaberên kurd ji çapemenîya Danîmark gazinan dikin û ji ber xemsarîya wan li himberî vê çalakîya wan û rewşa kurdan li Başûrê Rojava matmayî dimînin. Heta niha ji bilî çend rojnameyan -ew jî piştî ku ew xort bi ambolansê rakirin nexweşxanê – tevaya medîya û çapemenîyê li himberî vê çalakîyê bê dengiya xwe diparêzin. Ev yek jî dilê pênaberên kurd gelekî diêşînê û wan bê hêvî dikê. Hêvîya wan ewe ku ev çalakîya wan deng vedê û bala raya giştî li Danîmark bikişînê ser xwe ta ku zext li hikumetê bê kirin ku vê biryara xwe paş da bikşînê. Hêvî û daxwaza pênaberên kurd ji hikumetê ewe ku vê rewşa wan di ber çav re derbas bikê, ji nû ve dosyayên wan vekê û doza pênaberîya wan qebul bikê.

 

Di rojnameya Information’ê de tê gotin ku berîya hefteyekê (13.09.2010) Danîmark 12 pênaberên afganî paş da şandin Yunanîstanê. Ev yeka jî bê gûman pênaberên kurd pêtir kirîye nava metirsîyan û bûye sedema vê çalakîya wan a li ber parlamentoyê, lê li gor eynî rojnameyê jî tê gotin ku niha Mahkemeya Mafên Mirovan a Yekîtîya Ewropa li Strasburg ketîya nava hin hewldanan û dixwazê bi biryarêkê vê paşdavegerandina pênaberan ji bo Yunanîstanê bidê sekinandin.

 

Serokê Konsêya Ewropa a Mafê Mirovan, Thomas Hammarberg, xemgînîya xwe li himberî vê biryara şandina pênaberan ji bo Yunanîstanê tînê ziman û dibêjê ku niha li Yunanîstanê sîstem têk çûye û ji ber vê yekê jî ti îmkanên wan pênaberên ku bi paş da têne şandin nîne ku karibin bi şêweyekî hadeletî doza pênaberîya xwe bi meşînin û daxwaz dikê ku ti welat pênaberan bi paş da neşînin heta ku biryarek ji alîyê mahkemeyê ve bê dayin.

 

Li hêla din jî Dansk Flygtningehjælp (Rêxistina Piştgirîya Pênaberan) jî niha di nav hewldanan de ye ku şandina pênaberan ji bo Yunanîstanê bidê sekinandin.

 

Her roj kurdên li bajarê Kopenhagê û derdora wê çadira pênaberan zîyaret dikin û heta ku ji wan tê wan bi tenê nahêlin, xizmeta wan dikin û her hewl didin xwe ku dengê vê çalakîyê û daxwazên çalakvanan bigihînin raya giştî a Danîmark. Aktivîst û mirovhêzên danîmarqî jî heta ku ji wan tê piştgirîya vê çalakîyê dikin û daîmen 2-3 kes li ber devê çadirê nobetê digirin û di xizmeta pênaberan de ne.

 

 

Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
22.09.2010

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…