Konê Reş
Doh (15.05.2011), bi helkeftina Roja Zimanê Kurdî birrek ji rewşenbîrên kurd di gel berpirsên kovara Gelawêj, Pirs û Gulistan, vejandina vê rojê li bajarê Qamişlo pêk anîn. Di destpêkê de, li dor vê rojê axifîm, giringiya vê rojê min anî ziman û çima ev roj bi navê Roja Zimanê Kurdî bi nav bûye, şirove…
Xelîl kalo
Bi helkefta roja pîrozkirina zimanê meyî bedew û qeşeng ,31 ramûsan ji 31 tîpên zimanê mere, bi xwedê şêrîne û ji hingiv şêrîntir û xweştire .yê bawerneke ew ji kurdewarîyê şiştîye û yê jê dûre be wê tam û zoqê nasnake . bê wî zimanî emê çawa hizira xwe bikin ,emê çawa…
Amedekirin û danhev:
Abdussemed Mehmûd ( Bavê helbest)
Roja zimanê kurdî pîroz be 15 ê Gulanê
Ma gelo mirov kare jiyaneke bê ziman bîne ber çavên xwe, şaristaniya ku îro cîhan têde dijî wê li kîjan astê ba,ez bawerim wê tu şaristanî ne hatibana avakirin , her û her wê jiyan destpêkî ba, dîmek ziman rola wê sereke…
Ezîz Xemcivîn
Helwesteke gul bû!
Helwesteke gulle bû!
Doh tu pîj bû yî
Îro tu mij bû yî!
Xêr e ezbenî,
Çend rûyên te hene?
Ma tu kelemperî,
bayê berjewendiyê,
te bi kû ve dibî?
Ji înê heta bi înê,
geh spîkî û geh zerdikî…
Ma tu hêka dîkil î,
li ser benê birînê rawestiyayî?
14.05.2011
Konê Reş
Eger UNESCO di roja di 17.11.1999 de, 21ê sibatê bi navê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” bijartibe û bi nav kiribe, yê me Kurdan, wek ku belav bûye roja 15 gulanê ye. 15 gulanê, ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Şamê têde hatiye weşandin û di nav Kurdan de hatiye…
Arjen Arî
Ji ber şert û mercén dijwar é li welaté xwe, wekî gellek şairén li erdnîgariya Amerîka Latînî Nerûda jî gellek caran axa xwe terk kir.
Lé, piştî her ‘terkiriné’, Nerûda wegeriya welaté xwe yé ku li ezmané wî teyrén albatros ba dijendin, û hesin û guherçîleyé ji biné erdé dewlemendî vedijend û bexşî xelké…
Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com
Li welat û dinyaya ereban “bihara siyasî-civakî” dom dike. Baweriyek hebû ku “ereb nikarin rejimên xwe yên otorîter û totalîter biguherin”, “ereb demokrat û hevdem; reforxwaz û guhertîxwaz nabin”. Di sala dawî de guhertinên li welatên ereban û dinyaya petrolê pêk hatin, ev nêrînan serûbinî kirin. Derket holê ku wek her miletekî û…
Qado Şêrîn
Ez te rexne dikim, dêmek dixwazim tu ji min baştir û çêtir bî.
Roja 11ê gulenê hêja CanKurd di bloka xwe(http://cankurd.wordpress.com/2011/05/11/can-irhabsiyasikurdi/ ) de kurte nivîsek weşand. Xuyaye cuwamêr di derbarê PKK de gotarek ji kurdî wergerandiye erebî, di dûv re raserî nameyên tije sixêf, tawan û tiştin din hatiye, wek wî di nivîsa xwe de…
Dr. Azad Cemil Botanî
Roj li dûv rojê axaftinên nû li ser Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) tên bihîstin û belavkirin,û bi xurtî tê gotin ku ev Partî li peyî ecinde û pirojeyên cuda ji armanc û berjewendiyên netewî û niştîmanî yên gelê kurd li rojavayê kurdistanê digerê û li gorî wan ecinde û pirojeyan siyaseta…
Sernivîsa DENG
Ji nîvê avdara borîde û ta nuha, meydana sûriyê rewşek ji kelek gelêrî dîtyarî dibîne, li dirêjiya robara welêt beladibe, ji ( derayê ) ta parizgeha hesekê( cizîrê kurda ) derbasdibe di piraniya gund û bajaran re,..dernewên wê aşkere dibin di şêweyên mehnedanên şarewanî û raperînên aştî yên ku hemî zagûn û rîdar…