Rovî û sûk

Qado Şêrîn

Ez te rexne dikim, dêmek dixwazim tu ji min baştir û çêtir bî.

Roja 11ê gulenê hêja CanKurd di bloka xwe(http://cankurd.wordpress.com/2011/05/11/can-irhabsiyasikurdi/ ) de kurte nivîsek weşand. Xuyaye cuwamêr di derbarê PKK de gotarek ji kurdî wergerandiye erebî, di dûv re raserî nameyên tije sixêf, tawan û tiştin din hatiye, wek wî di nivîsa xwe de nivîsandiye.

Bi gumana min CanKurd xincerek jahrkirî di laşê zarokekî de neçikandiye, tenê wî gotarek wergerandibû, êdî ew şêweyê têkiliyê pêwist nake, û encamên baş nade pêş. Bi gumana min tenê dê encamên ne-baş bighîne PKK. Her wisa dê hezkirina kurd ji kurd re kêm û lawaz bike.
Taku hiş û ramanên me rêzgar û azad nebin, em ê wek insan û cugrafya ji bindestiya dagîrkeran rêzgar nebin.
Eger bersivdayîna pênûsan bi wan şêweyên sextekar be, dêmek cudahî di navbera wan kesan û diktatoran de tune, ew jî mîna peye û berdevkên diktatoran in. Mixabin ku hin ji wan doza demuqratiyê ji dujminan dikin.
Çima ji wan kesan tê famkirin ku mirovê rexneyan dike dujmin e, bê rûmet, xwefiroş û tiştin din e.
Mixabin hin kes hene’’şûjina di çavê xwe de nabînin, lê derziya di cavê xelkê de dibînin’’.
Mirovê rexneyan nepejirîne nikare miletan rêzgar bike, û eger hat û bûn desthilat, dê ji dagîrkeran bêtir kurdan biêşînin, wê wextê milet dê xweziya xwe bi dagîrkeran bîne.
Gelek nivîskar û rewşenbîr ji ber tirsa kesên wisa ên ku bi sixêf, bêbextî û tawanan diaxivin, nivîs û gotarên rexneyî nanivîsînin.
Bi gumana min gerek em ji rêjîmên serdestên Kurdistanê û rewşenbîrên wan demuqratîtir bin, yana tu wate ji şoreşên rêzgarîxwaziya welatekî diktator e tune.
Ew ên ku ji bo nivîseke rexneyî kirasê xwe û me diçirînin, û sor û şîn dibin, ne ji mafê wan e rexneyan li rêjîmên serdestên Kurdistanê û rewşenbîrên wan ên xwefiroş, bikin, çimkî ew eşkere ne, lê yên me mîna Maran in, Mar jî xweşike lê tije jehra silêmanîye.
Dostekî min di Rojtv de bernameyek baş pêşkêş dike, carekê min ji wî dostî pirsî; çima tu mêvan in din nabe bernameya xwe?, hema hema eynî kesan dubare dibin, daku bernameya te dewlemend û demuqrat be. Wî dostî wisa bersiv da: ez wan tînim, lê hîna negihaştine malê şer(rexne)ê me dikin. Xuyaye vîtoya(qedexe) li ser min jî ji wê sîstemê derketiye. Ji navenda sîstemê ji min re hat gotin ku vîto li ser te  heye û nabe tu biçî Rojtv. Min singê golik ranekiriye, qey min carinan rexne kiriye.
Li dawî, Cigerxwîn dibêje:
Xwendin nebî kes naçî pêş
Peyda dibin pir derd û êş
Ez jî dibêjim:
Rexne nebî kes naçî pêş
Peyda dibin pir derd û êş
12/05/2011

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…