zimanê şêrîn ..zimanê meye

Xelîl kalo

   Bi helkefta  roja pîrozkirina zimanê meyî bedew û qeşeng ,31 ramûsan ji 31 tîpên zimanê mere, bi xwedê şêrîne û ji hingiv şêrîntir û xweştire .yê bawerneke ew ji kurdewarîyê şiştîye û  yê jê dûre be wê tam û zoqê nasnake . bê wî zimanî emê çawa hizira xwe bikin ,emê çawa bi axivin ,  wê nasnama me rengê wê  çawa be ,emê bi çi xem û derdê xwe bêjin û bi nivîsin…?
 eger ne bizimanê me be e  hingî gotin  bê tam û wate dibim , zimanê xelkê zimanê xelkêye û em  ne dijin lê nabe zimanê me  û nasnama me pê nayî parastin ,eger çi qasî em bi zimanê xelkê çalak û jêhatî bin û pê binivîsînin, ji ber ku ew mirov têde nayê xuyakirin û  biyanîye .dîse jî û ya giringtir ku hebûna mirovatiyê di nava ziman de beşdare û amadeye ,çi ser astê mirovekî yan jî komeke mirovan bê ziman tu zindî nikare nasnama xwe bide naskirin weke nifiş û cins , yan ji wek kes ) şexs( ji ber ku her kesek ziman bi hebûna wî ya kesayetî ve hatiya girêdan bê ziman  mirov bêjî û sexteye , pûçe û windaye , weke her milet di zane  ziman ne diyardeyeke tevlî hebûna insanan dibe lê ew bixwe egereke û koka hebûnêye .

Hebûma sexte û hebûna rastteqîne ewe ku mirovên kurd were naskirin di rîya rewş û sîmayên xweyî kurdewawrî de  ku di serî de zimane , gelo her kurdek di kare xwe bizimanê xwe , îfade bike û bifikere û hestê xwe bênê der bi şêweyekî zelal û bi bandor bi derdorê xwere û di naveroka axaftina xwe de bedewîyekê bide nasnama xweyî netewî , eger ho û egerên hebûna gelan ne avabe ser bingiha zimanê wan , ew gel  nikare bijî di domana salan de di gel miletên dîtir , ji ber dibe were hêfşandin di nava çand wan gelan de piştî demeke nêzîk  . ne dengkirin , ne axaftin  û ne nivîsandin bi zimanê dayikê  diyardeyeke ne resene di axaftina mirovan de û dijminatiyeke veşartîye ji hebûna xwere weke mirovekî serbixwe û xwedî şexsîyeke bi nasnama çûda. ne tenê ziman desteke ji bo bêwendî . ragihandin û danûsitandinê ye  ,  na .. eger zimanê mirovekî biçe û windabibe ,ew mirov yan jî ew koma mirovan pêre windadibin  û sîmayên wî yên mîjûyî pêre têne guhartin ,ji lewma ji girêdan her gelekî bi zimanê wî ve karekî hebûn û tinebûnê ye  û pêwîste erkekî netewîye be  berî her tiştî .

 Em kurd xwedî mêjû û hebûneke kevnarin di herêma mîzopamya de û  hata roja îro em bê şexsîyeteke ber çavin , ji ber pirê rewşenbîr û bijartîyên kurdan xwe îfadedikin bi zimanê serdest û biyanîyan , ji lewma jî ew kartêkirina berhemê mêjîyên wan li ser xelkê kurd bê hêz û lawaze , ji me hemûyan tê xwestin zû û bê derengî em xwe ji wan kêmasîyên di derbarê zimanê xwede rizgarbikin û bere berhemêm me bi zimanê kurdî yê şêrînbin heta ku mirovê kurd û xwendevan ji zimanê xwe dûr nekevin û ew egera hebûna me di hest û wicdanê mede herdem zindî be .banga me ewe ku her rewşenbîr ,nivîkar û xwendevan , mîdya û ragihandinên kurdan ji halo bihtir sozeke rast û xurtir bi zimanê xwere bidin , heta ku nav û nişan , hebûn û nasnama me , wicdan û hestên me bimînin kurdewarî  û saxlem….

Xelîl kalo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji bo beşdariya di dehemîn Mehrecana Kuteçîroka Kurdî de, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê pêşwaziya çîrokên beşdaran dike.

Mercên beşdarbûnê:

1- Divê çîrok bi zimanê kurdî be.

2- Hejmara gotinên çîrokê herî kêm 500 û herî zêde 2000 gotin be.

3- Nabe çîrok li cihekî din hatibe belavkirin, û…

Mislim Şêx Hesen

‏Kurd her sal di 15ê Gulanê de Roja Zimanê Kurdî wekî sembola çand, nasnameya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.

‏Her çend zimanê Kurdî ji aliyê rejîmên dagîrker ve rastî gelek astengî û hewldanên pişaftin û înkarkirina wî hatibe, yên ku hewl dane wî ji holê rakin…

Konê Reş

Sebaretî 3emîn Festîvala Cil û Bergên Kurdî ku di rojên 29-30ê Nîsana 2025an de li Zaxo hat lidarxistin û wek vexwendekî têde beşdar bûm, ev e gotina min: Wek ku diyare 3 tişt nasname û hebûna miletan destnîşan dikin, ew jî ev in: Erdnîgariya ku her miletek li ser…

Beşîr Botanî

Min çend şîret ji stiranbêjên nû re hene ji bo serketina wan û serketina stiranên wan jî lê mixabin e ku piraniya wan wesan çewt hizran dikin:

Ez tenê piştbestin li ser xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser bavê xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser birayê xwe dikim.