welateme

Newafê Bişar

Roja pêncşembê 31.01.2013an, li dema vegera xebatkarê Kurd ê navdar, birêz Kemalê Henan ji karê xwe, nêzîkî mala wî ya li bajarê helebê-taxa Eşrefiyê, bi guleya segvanekî zikreş û bê bext jiyana xwe ji dest dide, li ser rêya aştî û azadiya welêt canê xwe yê pîroz pêşkêş dike.
Kemal, yek ji birêvebirên partiya…

Piştî ku li van çend rojên derbasbûyî de ku pel û şepolên baran û sermayê Kurdistanê girt, bi mixabinî hejmareke zêdeyê welatiyan ji encama barana zêde û lehiyê ve tûşî zerer û ziyanên canî û maddî bûn. Ji bilî derbirîna hevxemiyê, palpiştiya xwe ya ji bo wan ezîzan û serxweşiyê li kesukarên qurbaniyên van…

Mihemed Êbdê
Di van rojên dawî de diyardeya reva pizîşkan ji rojavayê kurdistanê de diyar dibe. Nemaze li Qamişlo ku di vê qûnaxa dawî de, ev reva pizîşkan ji erkê xwe yên mirovahî û karmendiyê, li cem xelkên van bajar û bajarokan dijîn, ne di ciyê razîbûnê ye.. Û tirsekê li ba xelkên Qamişlo çêdike. Nexasim…

Roza kurd

Helbestvan, nivîskar û mamoste yê min yê zimanê kurdî Arşevê Oskan di 25-11-2012an de, di temenekî pir ciwan de çû ser dilovaniya xwe. Ev zêdeyî 45 rojin, di ser mirina wî de derbas bûye, hîn jî destê min nagere li ser hevalê xwe yê bargiran binivsînim, girêkek dikeve gewriya min û tiliyên…

Qado Şêrîn

Biratî ax biratî, tu li ku tê kirin û firotin? Van rojan biratî tê keritandin, gelek caran hatiye binpê kirin, hestê netewî tê qurmiçandin, û roj li dûv rojê biratiya kurd ji kurd re kêm dibe, wek hestiyê bê kevijandin û rût bibe. Her wiha li şûna wî hestê xweşik ku me nav…

Dr. Kamiran Haj Abdo

Berî 22 heyvan xelkê Sûriyê serûber, bi kurd, ereb û aşûriyên xwe, bi misliman, xirîstiyan û êzdiyên xwe, bi sune û elewiyên xwe, bi jin û mêrên xwe, dest bi şoreşeke pîroz kir. Armanca zelal bû: rûxandina rêjîma totalîter û bidestxistina azadî, wekhevî û rûmeta mirovî.
Di pêvejoya şoreşê de gelek hêzên…

Konê Reş

Berî çendakî dostê min romannivîsê kurd Helîm Yûsiv, ez agahdar kirim ku, wê di van çend rojan de kovareke nû bi navê DÎWAR li kerwanê rojnamegeriya Kurdî zêde bibe. Û wiha ta ku berî çend rojan min nûçeya weşandina vê kovarê, hejmara (1)ê ji di malpera (Welatê Me) de xwend. Ji dema ku…

Siwar Ehmed
Peymangiha pakrewan nesredîn birhik ya fêrbûna zimanê kurdî îro bawername li ser derçiwê xwe belav kir.
Dibin cavdêriya nivîsingiha partiya demuqrata kurd li sûrya (partî) û bi amadebûna mamosta û şagirtê peymangiha pakrewan nesredîn îro Li hola mem û zîn li bajarokê girkê legê ahinga belavkirina bawername li ser şagirtên serkeftî hate kirin.

Bi deqeyeke rawestan…

Yekitya jinên kurd (rojava) û Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî ne xwestin sala 2012 di ser kurdên rojava re derbasbe bêyî karekî pîroz bikin , di riya xebata gelê kurd û pizavên bo azadiyê ji bo wilo
Di 31122012 z li Hewlêr paytexta herêma KURDISTAN –IRAQ
xulek Fêrbûna Zimanê Kurdî derçû , hejmara şagirtên xulê giha 17 kesan…

Dîwar

Li Elmanyayê, Kovareke nû, wêjeyî û mehane , bi hejmara xwe ya yekem, tev li kerwanê weşanên kurdî bû. Kovar wê li çaraliyên cîhanê û her devera xwendevanên kurdî lê hebin, bê belavkirin. Herwisa jî li Kurdistanê. Di malpera xwe www.kovaradiwar.com de, kovarê derî li ber abonetiyê vekiriye. Mebest jê ew e, ku her serê mehê kovara…