Ji Qamişlo reva pizîşkan ji rojavayê Kurdistanê diyar dibe?!

Mihemed Êbdê

Di van rojên dawî de diyardeya reva pizîşkan  ji rojavayê kurdistanê de diyar dibe. Nemaze li Qamişlo ku di vê qûnaxa dawî de, ev reva pizîşkan ji erkê xwe yên mirovahî û karmendiyê, li cem xelkên van bajar û bajarokan dijîn, ne di ciyê razîbûnê ye..
 Û tirsekê li ba xelkên Qamişlo çêdike. Nexasim di warê tenduristiyê de û bi taybetî li ba nexweşan û hemî welatiyan. Di rojên werin de pêdiviya wan ji bo gelê wan heye, nemaze di van rojên ku şoreşa me li dare.. di van rojan de hijmarek pêtir ji 30î pizîşkî, yên nexweşiyên herî xerab û giring ji rojava reviyan e,  û ew sûnd û peymanên xwe di dema derçûnê de nebirin serî û beravêtî kirin?!
Wek ku pê tê zanin di şoreşan de, û şerê sar yê cenga cîhanî de, ta roja îro bi hezaran pizîşk jiyana xwe ji destdan, bûn êzing û qurban ji bo welat û gelên xwe. Û di vê buhara Erebî de, bi 100dan pizîşk beşdarî şoreşa gelê xwe bûn, û hin jiwan raştin çekan, û şerê çekdarê ji kirin di qadên şer de, xwe kirin ardû ji bo azadiya gelên xwe, da ku şoreşa  wan bi serbikeve, û di vê şoreşa Sûriyayê de ya ku bû 22di meh şoreşa wan li dar re , li paytextê û parêzgihan de bi 10an hevrêzin pizîşkan hatine damezrandin, û karê xwe ta îro dişopînin, ta ku navên xwe bi tîpên zêrîn danîn di dilan de, ev şoreşa ku bûye avsan di şoreşên cîhanî de, û qet netirsiyan ji mirinê…Û nerawestiyan e ji bo parastina gelên xwe û li gelê xwe xwedî derketin, û hinan ji wan jiyana xwe ji destdan. Wek damezrênerê hevrêzên pizîşkên Şamê û ber devkê wê Dr. Ibrahîm Nahil E`sman. Û pizîşkê şoreşê yê li Baba emro ku qîra wî diket Guhê me hemîyan yê ku ta îro dijî. Dr. Mihemed Al-mihemed yê ku me tevan di ekranan de mêrxasî, lehingî û wefadariya wî me di dît .
Pizîşkin me yên ku em pir bi wan şahnazbûn, yên ku di serhildana Qamişlo, serhilda 2004ran de, yîn ku bûn simbol di dîrokê de mîna qehremana û lehengan, bi dilekî şewat her yek ji wan ji layên xwe ve berê xwe dan nexweşxana û bi rojan xew neket çavên wan de, û bi 100an ciwanên birîndar,birînên wan dermandikirin bi nehînî… Bê ku biramin di pêşeroja xwe de di ayendîyê de, û qet netirsiyan li ser jiyana xwe, tenê  mirovahî û parastina birîndaran û gelê kurd li bîra wan bû… Lê mixabin ev diyarde reva pizêşkan, qet me goman ne dikir ku em bibînin yan bibihîzin, ku ta roja îro ti ziyan li bajar û bajarokin me ne qewimîya, ji bilî serêkaniyê vê paşiyê?! Ku pizîşkên me ji erkên xwe birevin û qet neramin bi gelê xwe, û parastina xwe û malpatên xwe bihatir û balkêştir bibînin ji kurd û kurdistanê.
 Hêvîya me ew bû, ku em bibihîzin pizîşkek, ji pizîşkên me îro berê xwe daya  Serêkaniyê ji bo birîndarekî , bi erkê xwe rabû ne, ew ji mirinê parastin lê mixabin ?!!Silav ji bo hemî pizîşkên qam bilind û xwyayî mina rojê, yên ku çûn ser dilovaniya Yezdan, nemaze Dr. Ehmed Nafiz Zaza, Dr.Qasim Meqdad Cemîl paşa….  
Silav ji hemî pizîşkên ku ta îro mane li ser karê xwe, û ne reviyn ne Silav ji bo hemî pizîşkên ku xwe amade di kin ji bo birevin…?!!

Qamişlo
29-1-2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…