welateme

Xizan Şîlan

li xewa şevên bêxewiyê
serê xwe datînim ser balifa
bîranînên pînekirî
û dikevim nav xeyalên
kûr û tûj
pişta xwe dispêrim
bayê felekê

û li demên gemar
temaşe dikim
ey mirovahî
celadên çavsor
bi tank û topan
min dorpêç dikin
guleyên qaleş
li ser bedena min
dibarînin
dîwarên jêrzemîna tarî
bi ser min de
hildiweşînin
bêhna barûta genî pozê min
dişewitîne
dûpişkên hov
jehra xwe berdidin
laşê min
ji korta çavên…

Amer Çelik

Têbînî
Me gotine Teseof(تصوف-الصوفية) ku bi erebiye di xeleke 1 de bi sofîzim bi kar aniye, dibe ku em di xelek 2 î pêde bi kurdî bi karbînin(Sofîzim-Derwêşî) yan jî wekî kurdên Êzidî dibêjin;“QELENDER
û kesatiye Şîxadî hinek li ser pişika Derwêşiyê ne û hin li ser bawerî û lahutiye Şîxadî bû ne. Lê heger mirov…

Bi boneya derçûna wergera pirtûka Dr. Ehmed Xelîl (Kurdistan berî her tiştî) bo zimanê kurdî ji hêla lêgervanê kurd Heyder Omer ve, em gurûpek dostên wergêr, bi dilşadî we vedixwûnin sêmînareke ramanî, bi sernavê (Cenga ramanan û dewleta Kurdistan), ku wergêrê pirtûkê dê pêşkêş bike.

Dem: Roja yekşemê, 07. 02. 2016
Kat: 13,00
Cih: Riesentrapp 18
38226 Salzgitter

Nizar Yosif

Şermê vedide çaxê ko tê
Ji çend ruman bilindtire
Şewişandim siha ewê
Şepaliyên evî warî tev çilmisîn

Çewisîn ji wê rewşena ko jê di pekê
Ji qadên hisnê
Ez jê re peyamek evînîbîm
Zû qemandim
Sivik çûm li ber bayê wê
Di ser de dilop kir rewa nem ê
Ji zêra bîn di çilvilin dilopên wê
Di dêman re bi ser…

ken

Giryan Seyro

Kenek bûye dermanê welatê min
Û di sikakên welatên Qehbik de digere !!!
Welatê min
xwe ji bîr kir bikene
ji bîr kir bikene
û Ken ji bîr kir
Welatê min î wenda
Dîsa wenda bû
Dîsa bû nêçîra Gur û Keftaran
Û di qefesa Nifirên Kundên mal xerab de
welatê min bi tena xwe dîsa wenda bû …

Ji Boyî Kenekî
û derbasbûna rûkeniyekê…

Resûl Hemzatov
werger ji Rûsî Besam Merê

Ho şahiyê
Hêwaş be, ber bi ku ve difirî?
-Heta bi dilê evîndar..

Ho ciwaniyê
Wusa bi lez bi ku de vedigerî?
Xortî û merxasî hûnê bi kû de herin bi kû de ?
– Heta bi dilê evîndar

Lê Xemgînî
Kambaxî
Hûnê bi ku de herin?

Narîn Omer

Ji pêlpêlokên stranên dayîkan bi hejandina dergûê re, ez qeftek awazên dengbêj û stranbêjan dirêsim û li seranser Amojgeha giyanê te diweînim “Qazî Mihemed” ê serok.
Gilokek berfa çiyayê evîniyê ez himbêzî aramiya canê xwe dikim û hêdî hêdî tevlî hingivê bêjeyê te yê taybet dikim û li ser maseya hastên te yên rast dikim…

Luqman Tahlo

Dîlbera govendê xwe dihejîne
Bisk û kezî zêrîn e
Çav ji derya evîn e
Rûdêm ji heyva şevîn e

Dîlber gulnaz û rind e
Tilî ji mûm û find e
Bejin zirav û lewend e
Bi zerzeng û bilind e

Tev dipirsin dîlber kî ye
Ma keçe an perî ye
Lêv hingivîn û spehî ye
Meya peyal û xwezî ye

Dîlber kara xezalan
Nêçîra xort û yaran
Berfa…

Konê Reş

Şevên zivistanê dirêjin, ez jî şevê din wek Cihûyan li kaxetên xwe yên kevin geriyam. Di nav wan de çav bi çend çavpêketinên xwe yên ku berî 25 salan, li ser dawxaza Prof Dr. Celîlê Celîl min bi çend kelemêran re kiribû dîtin. Yek ji wan kalemêran Hecî Hesen (Bozo), mixtarê gundê Tûkê bû,…

Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.
Ji hemû kesî re zelal e ku serokayetiya Herêma Kurdistanê di dema salên derbasbûyî yên kirîza Sûriyê bi roleke erênî rabû, hem berdewam hewla avakirina lêvegereke neteweyî dida û hem jî hewla nêzîkirina aliyên siyasî dida û li ser asta navneteweyî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ligel welatên pêwendîdar bi…