Helbest u Vidyo

DÎLBER

Luqman Tahlo

Dîlbera govendê xwe dihejîne 
Bisk û kezî zêrîn e 
Çav ji derya evîn e 
Rûdêm ji heyva şevîn e

Dîlber gulnaz û rind e 
Tilî ji mûm û find e 
Bejin zirav û lewend e 
Bi zerzeng û bilind e 

Tev dipirsin dîlber kî ye 
Ma keçe an perî ye 
Lêv hingivîn û spehî ye 
Meya peyal û xwezî ye 

Dîlber kara xezalan 
Nêçîra xort û yaran
Berfa çiya û zinaran 
Şînahiya buharan

Dîlber gula ber kanîye 
Xunava rez û zevîye 
Hiş û sewdan ji min birîye 
Birîna dilê min her tu ye 

Dîlber bişkoja li daran 
Têr nabim ji dîdaran 
Şeva xewn û xeyalan 
Binefş û kulîlka çinaran 

Dîlber nêrgiz û rîhan e 
Ebrû zirav û kevan e 
Surişta heyva gulan e 
Bera bîhok û şîlan e 

Dîlber naz û şêrîn e 
Ji paytexta evîn e 
Yarek rûken û narîn e 
Dil ji bo wê xemgîn e 

29/12/2005

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…