Bang: Ji bo serokayetiya Herêma Kurdistanê..

Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.
Ji hemû kesî re zelal e ku serokayetiya Herêma Kurdistanê di dema salên derbasbûyî yên kirîza Sûriyê bi roleke erênî rabû, hem berdewam hewla avakirina lêvegereke neteweyî dida û hem jî hewla nêzîkirina aliyên siyasî dida û li ser asta navneteweyî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ligel welatên pêwendîdar bi rewşa Sûriyê ji bo doza Kurdî bi kar tanî û heta niha jî di vî warî de berdewam e.

Herweha Kurdên Rojavayê Kurdistanê ti carî biryara dîrokî ya cenabê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbasbûna Pêşmergeyên qehreman bo nav Kobanî ji bîr nakin ku, bi saya vê biryarê herêmeke berfireh ya Kurdî ji tunekirina yekcarî rizgar bû.
Ligel piştgiriya leşkerî û dîplomatîk, di dema derbasbûyî de serokayetiya Herêma Kurdistanê berdewam piştgiriya penaberên Rojavayê Kurdistan dikir, ji xeynî alîkariyên mirovî ku derbasî nav bajarên me bûn û barê li ser milê xelkê me sivik kir.
Rola herî pîroz ya cenabê serokê Herêma Kurdistanê, hewldanên wî yên berdewam ji bo nêzîkirina aliyên siyasî yên Kurd li ser maseyekê bû da ku Kurd di bin sêwaneke neteweyî di Sûriya siberojê de mafên xwe yên neteweyî werbigrin piştî ewqas sal ji zulm û zordariya li dijî Kurdan pêk hatibû.
Cenabê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, berdewam em berê xwe didin we ji bo çareserkirina nakokiyên me yên siyasî, ji ber ku em hêviyeke mezin di kesayetiya we ya neteweyî de dibînin. Ji xwe nayê veşartin ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji ber nakokiyan lawaz dibe û ev yek bandora xwe li ser doza Kurd çêdike, nemaze niha em li hember guhertinên bingehîn in li navçeyê û em bi pêwîst dibînin ku partiyên sereke yên ENKSê tenazûlê ji hev re bikin û berjewendiyên xwe yên hizbî deynin aliyekî.
Cenabê serokê Herêma Kurdistanê, em weke Hevdîtina Niştimanî ya Demokrat, giring dibînin ku hûn mûdaxeleyê bikin û hewla çareserkirina rewşa nav ENKSê bikin, ji ber ku îro ev encûmen bûye sêwan û navûnîşanek ji bo Kurdên Sûriyê û parastina hêzên sereke di nav de, bandorê li ser pêşxistina doza me çêdike.
Niha partiyeke sereke (Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê) ji ber nakokiyên ligel (Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriyê) ji Encûmena Niştimanî ya Kurd vekişiyaye, ji bo vegera vê partiyê û çareserkirina nakokiyan di vê qonaxa dîrokî de, em vê hêviyê di kesayetiya we ya rêzdar de dibînin, ku hûn weke her carê roleke erênî bibînin û piştgiriya we jî ji bo ENKSê nîşana dilsozî û hevxemiya we ye ji bo doza me di Sûriya siberojê de.
Herweha em daxwaz ji rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û kesayetiyên civakî li Rojavayê Kurdistanê dikin, ji her demê zêdetir piştgiriya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bikin û hemû hêz dûrî berjewendiyên hizbî bikevin û berjewendiya neteweyî ya gelê me bidin pêş.
Rêz û hurmeta me qebûl bikin.
Hevdîtina Niştimanî ya Demokrat li Sûriya
18- 1- 2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…