welateme

 
Zara Salih

Bihnefişk pêket ta ku bi pêpelûkên derenca ve hilkişiya û giha salona textorê xwe yê dinana. Berdestîka textor bilez bi mamoste ve hat gava dît ku bihna wî wilo çikiha ye û hindik maye ku bikeve erdê de. Ew ser kursî rûnand û qedehek av jêre anî ta ku hinekî bihna wî hate…

Newafê Bişar Abdullah

Îro, li bajarê Amûdê, li ARTA Café, bi beşdarbûna birek nivîskar, rewşembîr û hezkirên zimanê Kurdî Ahenga xelatkirina zimanzan û nivîskarê Kurd ê navdar birêz Deham Ebdulfetah bi “Xelata Şerfname ya ziman û çanda Kurdî” ya ku her sal ji bal “Peymangeha Çanda Kurdî li Viyênayê” bo nivîskarekî Kurd tê diyarîkirin lidar ket.
 

Mamoste…

 
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2023yan dîyarî zimannas û nivîskarê Kurd yê qedirbilind Deham Ebdilfetah kir.
Birêz Deham Ebdilfetah, ku zêdetirî çil ye salî ye di warê zimanê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 13ê çileya 2024an, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê…

Vejîna Kurd

“Arîn vegerî.. Arîn vegerî..”
Bi vê mizgîniyê du zarokan bang li malbata Arînê kirin. Herkesê di malê de bi lez ji hundir derket rastiya wê nûçeyê vebîne. Li ber deriyê hewşê keçikek bîstsalî mîna pûtan sekinîbû. Keçik tenê çerm û hestî mabû, ji toz û gemarê rengên cilên wê xuya nedibûn. Por li serî hinc…

Ereb Ereb Horê

Tinazê xwe li min bike, ji te
Dilteng nabim, sibe wê hinek
Li te jî bikenin, çarlepiya te
Li bîra te tê, dema tu diveterisî
Laliya mast bi te ve dirijiya
Tîqetîq bi ser malê diket

Min jî carcaran, li kolanê mîz dikirWeku nimûne, ew roj ji me
Şemitîn, ta nuha jî ji me dişemitin, heyran
Şevan jî bihijmêre, ma roj
?Bi…

Mizgîn Hesko

Bêdengî…
Deng e !
Û tenêtiya bi hilma
Kulîlkên bêdengiyê
Tije…
Mey û beng e!

Bêdengî…
Deng e !
Ne sazketî
Û çikiyaye…
Dilê stêreke
Ku ji asîmanê xwe xurcî
Li nihêniyê bê ser û ber
Çirawîskên ku bûne
Belgên asemînan
Û li rêgehên tarîbûnê
Û bîna ku
Spî, spî rijiyaye !
Xarên…
Ku di gewiriya ristê de
Helawistî !
Û bêdeng
Ji keskahiya dilên
Hostayên ciwankariyê
Û destên bê tilî
Ku şûşeya şevê
Berhev dikin…?!

Û Bêdengî…
Tabloya xemilîn
Û…

Silav û rêz
Baştirîn û pîroztirîn gotin, silaveke rêzgirtinê ye, ji bo canên Pêşmergeyên pakrewan ku bi saya dilsozî û qehremaniya wan, îro em li vê derê, li Hewlêra paytext, bi azadî dicivin û bi serbestî behsa Zimanê Kurdî dikin, belku bi dilxweşî zimanzanên xwe xelat jî dikin.
Bi rasipartin ji mamoste û zimanzana Kurd a Rojavayê…

Mizgîn Hesko

Hîn çivîk raketî
Û refê tiliyên min
Hişiyar…
Demjimêr çil û heştê
Nîvê spêdeyê ye..?!

Hîn zûye…Destên spêdyê
Bi berf û mijê dagirtî
Ne Spêde ji xew radibe
Û ne jî tiliyên min î
Ku di nav porê spêdeyê de
Tevizî
Radikevin…!

Spêdeye…
Berf dibare
Û tiliyên min î
Ku di nav destên spêdeyê de
Lerizandî…
Fîdan û şitlên ku xak
Azirandî…
Û meyvegotinên ku ji xameyê
Wêrivandî…
Demjimêr çil û heştê
Nîvê…

Şukrî Şêx Nebî

li benda …
pêpelokên kildanê
kilçîv zuhadibûn
Ii sînga dîwanan…?
ji şewşedana…
lêvên rewanê
wate dipijiqin
mîna
xewna şevnem û xunavan ?
ji zorezora…

xulîya awaza eyazê û omîdan
gulîbaskên sîmirgan
tên …
daf û xefka hûnanê …?
de rabe… !
xwe bi hevde
belku …
bask û baleyên sirûdan
deq û çînên xwe
ji destezora…
ba û bahozan bigre… ?
yan jî…
bila rok
tola xwe di hêvanê
serkêla peyvande bihêle ?
ne pêşe …
ne jî paşe…
ew…

Ebdulrezaq Ebdulrehman
Wergerandin ji Erebî: Hisên Osman

Her şev bi heyvê re tê civîna min… Çavdêriyê li liva pênivîsa min dike, dema ku ji xêzekê diçe xêzekê… nêzî min dibe, û pênivîs dûr dikeve…
Nêztir dibe û pênivîs dûrtir diçe… hevokan ji aşopa min dinivîse !?
Nêztir dibe û pênivîsa min ber bi xêza dawî ve nêz dibe…!?

Nêz dibe…