welateme


Akif Hasan
Dibe ku peymana „Sykes-Picot“ xaka me perçe kiribe, dibe ku
welatê me ji hev xistibe, lê dîmenê herî xemgîn ew e ku bi sedan Sykes-Picot di
rih û mejiyê civaka me de hatine çandin. Em tev bûne komek ji nexweşiyan.
Yê pirtûkek di jiyana xwe de nexwendî xwe wek rewşenbîran
dibîne. 4 gotinan bi zimanê dayîka xwe dizane,…


Vejîna Kurd

Bêguman ewlehî, aştî û demoqratî stûnên
serkeftina civaka mirovahiyê ne, vajayî
wê jî zordarî, setemkarî û lihevnekirin hilweşandina wê ne. Lê mixabin heya
roja îroyîn jî hîn zihniyeta dijîtî û zordariyê di mejiyê mirovan de cihekî
mezin girtiye, û di jiyana rojane de ew di têklî û danûstandinên de bi kar tê.Diyardeya zordariyê gelek kevnar e, û her
kêlîkekê,…

Amer Çelik


Rê û şivîlên çaraserê herdem peyde dibin ,dema ku merov daxwazê rastî bê û
bixwaze rêya zanistiyê bişopîne bi ked û xebatê merov digihe mirazê. Me soz dabû
ku em li rastiyê bigerin heta ku em bihêjine wê mirazê, helbet mebeste me rastî
û nasîne Eu`dî(Şêx -Adî) ibin Mûsafir yan jî wekî Êzidî jêre…


Cankurd

Wek qurmekê dara gulê Her salekê şiqin didim
Tarî û şev min nas dikin Tîrêjeka rojê me ez…

Min lêv dikin li her deran Ez dame ser çav û seran
Van Kurd hemî min hezdikin Hozaneka Xanî me ez…
Her dijminê tariyê me Rûpeleka şorişê me
Keçik bi min xwe navdikin Hêviyeka Kurda me ez…
Ez nakevim bin destê kes Nabim xulam û malê…

Konê Reş



Ezbenî! Ji ber ku min, li gor hêza xwe, baş kar û xebat di ber kultura
kurdî de kiriye û dikim, ji mafê min e wek vê bangê ji xelkên xwe yê Rojava re
bînim ziman:
Ez nebawer im ku herêm wek herêma Cizîrê bi her sê deştên xwe ve; Beriya
Mêrdînê, Sinceqa Xelef Axa…

Mehmûd Biro

Gelî xwişk û bira, dayikên şehîdan, girtiyên binê zindanan, birîndarên li nexweşxnan, koçberên liser sînoran,revenda kurd liderveyî welat, dost û hevalên qedirgiran Cejna we pîrozbê.
21 ê avdarê cejna netewî ya gelê kurde. Roja nû newroz , wata roja taze, jiyanek taze jibo kurdan destpêkir, piştî sedên salan jiyana zordarî û bindestîyê di serdema dîroka…

Konê Reş

Bîst û yekê adarê
Destpêkirina buharê
Şaxên daran bişkivîn
Ji kulîlkên sor û şîn
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê

Rojên kevin hilatin
Rojên nû taze hatin
Rengê zemîn guherî
Şa bû, şivan û kerî
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê
Xwîna mirov dijene
Pêre dil jî dikene
Keç û kurên me kurdan
Bi şahî dikin dîlan
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê
Dibe dema evînê
Dil…

Nizar Yosif

Kêferata bandevê ye
Bi zayîna sînoran re
Li danîna berê xwe bigerin
Demsala tirş bûyî
Bi îşkên seqemê
Taviyên baranê
Ji ber buharê me tên
Di navbera bahozê re

Darên nûbar
Bihinteng di tewin
Di ka em bi hejandina rezan re
Ne xewixin
Di van nezelaliyan de
Çav mest nebin
Bi rûmeta mirovaya xwe
Hay bibin
Di çarçova…

Narîn Omer

Silêmanê hestyar…
Hêj jinên me.. Dayikên kurdan
Bi dayika te re
Bedleyê zavatiya te
Bi gul û çîçek dikin û bav
Çîroka halana te
Berdewam dikin.

Hêj.. Keçikên me…
Xwe li ber neynikê
dixemilînin û tilî û guliyên xwe
Bi hineya zavatiya te
Neqşe.. Neqiş dikin û
Hemî stranbêj û hunermend navê te bi dengê bilûrê û
Tembûrê distrînin û
Dilorînin
Hêj helbestvan di
Kaniya dana te de
Matmayî mane…

Kamran simo Hedilî

di tariya xayîn de
roj xesandin
pelên azadiyê weşandin
li şazdehê adarê
goristanên Mediya
giriyandin
ji kelha sitemê
melkemotên jehrê
şiyandin

di tariya xayîn de
roj xesandin
min jan û kovanên
kolanên bihara beravêtî
kişandin
di henasa xwe de
qêrîn û girî girtin
bi lehiyên vereşandina jehrê
di qolincên bajarê bêmecal de
Helebçe kuştin
di tariya xayin de
roj xesandin
axînên Helebce
di çolbeyarên giyanên xwe de
herikîne bêdumahiya dilê min
werin netirsin
sêwiyên paşmayên…