welateme

Ereb Ereb Horê

Cil û brgên li ber bejnê, ka binere
Bê bişkok in, ser laşê, şad û şer e
Çi periya dîyar e, ser şanoyê
Xiste telsê, amade û pêşber e
Xwîl dimeşe, mîna leylan û mijê
Dibe, tîne kemaxên gilovere
Vêvirîne, beş ciyên aranê

Ronî daye hemû rengên hunereWênegir û terzî şepirze dibin
Bi girnijîn, heja guliyên zer e
Çi zeriyek, bi deylan…

Ezîz Xemcivîn

xort û keçên me
Şervan in, Girîla û Pêşmerge ne!
Ne bi destê me ye,
em neyarê neyarên xwe ne!
Ne bi destê me ye,
em li ser axeka pîroz çêbûne!
Ne bi destê me ye,
Kaniya kîna me ji kîn û zikreşiya we dizêt!

Ne bi destê me ye,em nijadperest in, ne olperest in.
Ol û ew pelûl me ji we re…

Ehmed Tahir

Ez ê binivîs im eşker e
Nayêm firotin bi zêr û pere
Xwe naveşêr im di pişt perda
Wek siyasetmedar û rêber e
Ji xwe nakin şerm û fedî
Qet li me nabin xwedî

Her yek xwe dibîn e mîr û serokDi hembêza dijmin bûne kedî
Çanda we tim kîn û rikberî
Dostê we ne tolaz û serserî
Li ber dergehan bûne nandoz
Ji…

Tengezar Marînî

Ez yê ba
di bêdengiya min de sema dike
Çavên xewar
Ewrên sist
Li wir
Melodiyek ji dest xwe çûye
Henaseyekê dikêşim

Sînga min bi bêrîkirinê derizî yeMin welatek di vî dilî de veşartiye
Peyvên min birîndar,
di nêv mijê de winda
gerdûna di nêv destê min de
geşt sotand
ev nedawî ye
her gavek nîşanek e
kovan nîşanên xwe rêdikin
Kî dê kefa destê xwe veke?
Dûrahî
Ceng
Peyv
Kî…

Mizgîn Hesko

Hêdî, hêdî find û şemalokan
Vêxînin
Dibe ku xirecir…
Giyanê wê bêdengiya bê hempa
Biazirîne
Di himêza axê de…
Dilên hîn sincirî hene..!

Hêdî, hêdî karwanê xwe ê xemilandîBirê ve bibin
Dibe ku pistepist …
Matmayîna bîstikên hêmin
Bilerizîne
Di himêza axê de
Destên hîn dagirtî giyakê endekoyê hene..!

Hêdî, hêdî û bi gavên sivik werin
Dibe ku bayê kurr
Aramiya dîmenên diltezîn
Bibezîne…
Di himêza axê de…

 
Careke din ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve, êrîşên leşkerî li ser jêrxana bingehîn û saziyên giştî, wekî stasyonên elektrîkê û saziyên neftê û xizmetguzariyê li Parêzgeha Hesekê bi taybetî navendên neft û gazê yên (Siwêdiyê, Rimêlan, Tirbespiyê …) hatin pêkanîn

Dewleta Tirkiyê li ser pêkanîna tawanên hovane li dijî gelê me û herêmên me ranewstaye,…

 
Ev çend rojin ko dewleta Turkiye û artêşa xwe ya xwînrêj, çendîn êrîşên hovane û li serhev bi dironên bomberêj kirî û bi firokeyên cengê dibin ser gelek ji bajar û herêmên Rojavayî Kurdistanê, ko dam û dezgehên jêrxaneyî û xizmetguzarî dikin armanc, bi taybetî wîstgehên av û elektrîkê, zeviyên derhênana gaz û petrolê, ko…

Ezîz Xemcivîn
Bêje bira bêje..
Evîndarê welatê gulberojê yî bibêje..
Destê xwe li destê sozê bide û bibêje:
Bêbextiya demê pir qirêj e..
Zimanê xwe şêrîntir bike û derdê me bêxwediyan birêje..
Kîn û zikreşiyê,
ewê rûpelê êdî bisoje,
Ji xeleka biratiyê xwe navêje..
Bibêje birayê dil bibêje..

Ji dîrokê netirse,
bila nama te bigihêje..
li hingûrê nelezîne,
êvarên azadiyê
şiyar bike û di guhê…

Ereb Horê
Omîdên pêçayî
Bi sênc û sîma
Azadiya bingor
Derbirîna qedex e
Bi bizd û nêz
Hûnan û
Di kiloxan de
Êwirandin.
Siloganên bandor giran
Xemûr avête çavan.

Zehakan
Mejî mêtin û
Çinîn mêwê zeviya,
Berên tekûz
Avêtin guvşê
Kerifên, ji noşavê
Şahên dirava.
Cef û bizav
Noşîcan verêtin
Gewriya gayên gemşê.

Nêçîrvanên qazanca
Qirşên xistin
Tenişta balindeyên mit
Û ez dîtim
Kawik û sade.
Awir ji min vedan,
Di yek argûnê de,
Lodê pêstûriyê
Bişavtin.

Argûn hin bi hin
Bp pereng.
Alavê,
Ronî da şevê
Gewr e…

Mizgin Hesko

Xirêniya werzan
Û keservedanek…!

Rêyên tikûvala
Û pêlên mendehoş
Şilo, pilo ne…
Pirtikên darbeniyên mişext…!

Spiyekî berfereh
Û şopên berbengê
Li siya xwe lukumî…!

Û Baran…
Firmêskên Xwedawendên tavê
Li mihraba spiyê berbelav
Li xameyê girtî xunavê
Û paş perdeyên tariyê
Şemal hil tên
Ji nêv dûman û sîtavê.

Xirêniya werzan
Û şevzivistan e..!

Mihrab…
Bi şînê asîmanî
Ji pûnijîna peyamberan
Keskîniyê lêvedan e.
Ya hûn dibînin
Mij û moran e
Û ya ez dibêjim:
Sews û…