Di Çavê Azmên de


Tengezar Marînî

Ez yê ba
di bêdengiya min de sema dike
Çavên xewar
Ewrên sist
Li wir
Melodiyek ji dest xwe çûye
Henaseyekê dikêşim

Sînga min bi bêrîkirinê derizî ye
Min welatek di vî dilî de veşartiye
Peyvên min birîndar,
di nêv mijê de winda
gerdûna di nêv destê min de
geşt sotand
ev nedawî ye
her gavek nîşanek e
kovan nîşanên xwe rêdikin
Kî dê kefa destê xwe veke?
Dûrahî
Ceng
Peyv
Kî dixwaze di bin pirê de rakeve?
Şev şevbuhêrka xwe dike
Ez dilerizim
Bi qêrînên xwe didin pey min
Du tişt hene xweliyê serxweş dikin
Li ser dema çûyî
Bi jêr û jor ve negirî delala min
Di nav çuqilê zeytûnê
Berya xatir bixwazim
Dê pencereya kor vekim.
Tiyê azmên im
Tiyê ba, kon û destek rondik im

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…