welateme

Nizar Yosif

Havîne
Dibin kol* a bendemanê de
Tav dilopan ji cênîkan dipekîne
Tebax hîviyên lezgîn
Di hundir de dikelîne
Zarok bi siha kawîşeyan* re ditevizin.

Bendewara malxwê
Ji amadekariya civanê re
Di lorîne
Gewrî ji îskên kesran dixetime
Rondik û îsk janên dûrbînê di nermijînin
Evîn a ku rêncber dişûn de honandî
Bi şox a xwe sîm dike
Kelbûna hestan dipijîne
Dike yê razanê…

Konê Reş
Ji bo xatirê xanima hêja Gilberte Favre Zaza, kebaniya Dr. Nûreddîn Zaza û wefadariya wê ji zilamê wê Dr. Nûreddîn re, min careke din da ser şopa Dr. Nûreddîn Zaza.. Ev lehengê kurd yê ku ez wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim, ta niha kurdan ew mafê wî yê ku tê xwestin lê venegerandiye.. Sed…

Konê Reş
Min zaroktiyek zor çetin, hişk, gincirî û serberdayî, wek piraniya zarokên nifşê xwe, di nav toz û tirabêlka gund de derbas kir.. Di bin tirs, şîret û berwerdeya bav, dê û herdû pîrikên xwe de, min rojên xwe derbas dikirin.. (Pîrka min Sara an (Osena Nirsîsyan) ya ku bi koka xwe Ermenî bû…

Xizan Şîlan
şîn û şahiya temenli ser hestên hinava şewitî nîgar dikimtîra bêbextiyê ji kevana xwe pekîû di kezeba şadiyên min re çû xwarê

kulîlkên qedera çilmisî dîsa li ser axa tirba min şîn dibintûrikê kul û kederên jiyana fanîli ser pêlên rûbarên mirina ebedîdadiweşînimbi saya xweşbînî û kamilbûna xwesifreya ilmê exleqa duristli ber herkesî radiximfanûsa dilê birîndarli nav şewqa eşqa îlahî…

Konê Reş/ Qamişlo

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û
welatparêzên kurdan yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin di nav gelê kurd de
û bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê
dermankirina xelkê Cizîrê de, wî ji tevan bêtir tilivên xwe li ser cihê…

Mislim Şêx
Hesen


Li sala1916 an Kurdistan bi awakî gelekî bi mebest di navbera
çar welatan de hat dabeşkirine, mebesteke wan jê ew bû, ku pirsa kurdî bibe
pirsgirêk û nakokiyeke azirî ji gelên Rojhilata Navîn re, careserî zû bi zû jê
re peyda nebe û karibin jî bi dirêjtirîn dem ji samanên kurdistanê wek
sotemenî, av û HWD sûdê wergirin….

Vejîna Kurd

Di ferhenga jiyanê
de “AZADΔ peyveke bi pirwate ye û bi jiyan, hebûn û mirovahiyê ve
girêdayî ye. Dema ku mirov li ser azadiyê diponije hest û ramanine curbecur
payebilind ligel wî peyda dibin. Ne tenê mirov li azadiyê digere, lêbelê hemû
giyanên zindî jî doza azadiyê dikin. Dema ku tilûrek di qefesê de li ber xwe
dide yan…

Şêrzad zeynelabidîn

Ey dilê min
Çavên te derya hizrane
Her bi êk dîtin
Dil ji min bir kir talane
Bişkurrîna li ser lêvên te
Hizar û êk pirs jê dibarin
Berperrê kul û xemane
Ji cadogeriya Monalîza
Wêvetire

Ka çi pirse çi ramane ?Êşa milletekê jêr destDê jê rakem jê helînimHawara Ehmed ê Xan îDê vejînimJi ewê mêwêNemamekê Bo paşerojê Dê çînimNe…

Dr.
Ehmed Xelîl

Werger:
Heyder Omer


Hizra Osmaniyan, ji bingeha xwe de, yekeke polîtîkî
cîhadî (Şer ji bo Xweda) bû, ewana xwe leşkerên Xweda û parêzerên îslamê dijmartin,
û her kesê xwe bo wan danenîba, neketiba bin sîbera wan, dijminê Xweda û
Xwedanenas dijmartin. Ewana bi vê hizrê welatên gelan talan û dagîr dikirin, û
şalyarê Osmanî Ehmed Paşa bi vê hizrê bajarê…

Em bangewaziyê didin revenda kurd li Elmaniya ji bo piştgirî û dilsoziya cenabê serok Masûd Barzanî bo doza kurdî û wefadariya cenabê wî bo milletê kurd û axa pîroza kurdistanê.
Em hêvî û daxwaziya ji cenabê wî dikin û ji aliyên taybet yên Herêma kurdistanê û ji parlamentoya kirdistanê destkêşana cenabê serok ji posta serokatiyê pesend…