welateme

Rêber Hebûn

Ev pirtûk mirov dikare ji qurzîka nivîsên belgeyî ve lê meyze bike bêhtirî ku lê mîna romanekî binêre , ew ji cûreya nivîsên ku hewil didin rewşa çaxekî bînin ziman, têde tevgerên kurdî ligel çepgiran li meydana jiyana siyasî diyar dibûn, ew dîmena çaxekî tarî ezber dike û hewil dide ku bibe cihê dan…

Li Bajarê Kiel-Elmanyayê bi helkeftina Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî, Hevgirtina Jinên Kurd ya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi sirûda netewî ya Kurdistanê dest pê kir. Birêz Gulistan Beşîr û birêz Selame Abdullah li ser Jinên navdar yên Kurdistanê û rola jinê bi giştî di dîroka Kurdistanê…

Şêrîn Saado

Şevek bi reşbûneke bê dawiye
Ne wekî her şevan e
Nizanim
Heyv û sitêr
Di zindanên xwedawendan de
Girtîne
Yan tarîbûna van hestane
Tê bîramin
Dem buhar bû
Heyv di himbêza şevê de
Şiyar bû

Govenda sitêran her li darbûÇilo li me bû ferman
Ewrekî mişte girî
Girte azimanê omîdan
Û bayê ber tavê rabû
Ewrê sayî ji hev blav bû
Nema dizanim…

Nizar Yosif

‏Di hunerê dengbêjiyê de siroş (talent) roleke sereke dilîze, stranbêj yan dengbêj bi rengê xwe yê bijare diyar, xweşik û afirîner reng dide, ku şopa xwe bi morek yekta li guhdarvanan dihêle. Meqateya wî ya bi cefa ji bo xebata wî û hewldan û domdariya wî di perwerdehiyê de ji bo ku berhemê wî…

(Lewend Dalînî) Dr. Saif Daoud

Dema reşaya çavên te pêlên xwe,
Li min dan!?
Birîna dil qemûşk girt, û
Sonsin di asîmanê min de
Pişkivîn!? û
Dû demîn dibûn!?

Di naveroka çavên te de,
Hêvîyên dilê min
Sipî şîn dibûn, û
Bozê rehwan,
Di newala du reş marên te de,
Dest bi cirîda dikir!
Têhna reşaya çavên te
Tîr dibû, û
Zîz bûnê diçirisand?.
Kelek bê serî,
Di taristanê de werdibû!?
Sîmir zozan…

Konê Reş Bi min xweş e ku, di roja Cîhanî ya Jinê de, karibim ronahiyê berdim dor rola jinê di civaka Beriya Mêrdînê de. Rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin stûna malê ye), biçesipînim.. Erê rola mêr mezin e, lê barê giran li ser pişta…

 
Şîlan Doskî

Di dîroka giyanasiyê de 21 gul û giya bi navê Kurdistan-kurdistanîka (kurdistanica) hatine tomarkirin. Giyanasa Îsraîlî ya ku li Rûsyayê ji dayik bûye Naomi Feinbrun-Dothan (z. 17ê Nîsan 1900) di sala 1933an de, ligel şandeka heft zanyarên Zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê ku ji aliyê Wezareta Çandiniyê ya Iraqê ve hatibûn vexwendin, seredana Iraqê kir….

HIŞMEND ŞÊXO

Di /5/3/1991an de berî bi (33) sal raperîna gelê kurd li dijî zordariya rêjîma Be`sî destpêkir û birêket , rêketin û ragihandina wê ji Raniya – Silêmaniyê de destpêkir û gava di piştre rûxandina Kela zordariyê li Hewlêrê û paqijkirina Duhoka xoşewîst ji artêşa Partiya Be`s bû , û di Newrozê de Kerkûk…

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Çawa kovara(Ronahî)giringî dabûye gotarên cur bi cur û nûçeyên navçeyî û cîhanî,herweha jî ewê giringî dabûye piraniyên cureyên wêjeya Kurdî;(çîrokên gelêrî,helbest,pend û şîret),emê di destpêkê de piraniyên çîrokên gelêrî di kovarê de nemaze yên li gorî me, pir balkêş û watedar ji hejmara (1)ê tanî (28) an de bi xwendevanan bidin nasîn û …

 
/ Dayikên me, xwedanên deh destan bûn û di şevên reş û tarî de, Gelawêjên ronîdar bûn û tiliyên xwe ji nifşên nûhatî re, find û şemal vêdixistin. Ji bo wan, ev gulbijêra gotaran diyarî ye./

Wiha Mizgîn Hesko û bi vê berhema xwe a herî nuh, bi gulbijêreke ji gotarên xwe, tête meydana hizirmendiyê. Di…