Mûzîk û karisma

Nizar Yosif

‏Di hunerê dengbêjiyê de siroş (talent) roleke sereke dilîze, stranbêj yan dengbêj bi rengê xwe yê bijare diyar, xweşik û afirîner reng dide, ku şopa xwe bi morek yekta li guhdarvanan dihêle.  Meqateya wî ya bi cefa ji bo xebata wî û hewldan û domdariya wî di perwerdehiyê de ji bo ku berhemê wî yê hunerî serkeftî be, ev e ku xemilek ciwan dide stranbêj û telesma performanê bi hebûna hestê nazik, ku hêza Vekişandina bi ser xwe ve dide guhan, da ku bi kelbûna bihîztinê mijûl bibin.  Xwedanê van taybetmendiyên hanê tenê hinek ên kêm û cudane di nava civaka hunermendan de.

‏Di nava van serkeftinên hunerî yên kêmên di hin qonaxên dîrokî de, stranbêjiya nimiz û erzan  berbelavbûn û berxwedaniya xwe ji bo heyîn û bi cîkirina xwe berdewam dikin, her tiştê hêsan û erzan bi xwe re hildigirin, nemaze peyvên ku tama xwe winda dikin û prir caran jî rêgezên exlaq jî winda dikin.  Ew tijî pêşniyarên ku rûmetê di mertînin û dema ku li guhên welatiyan dixe, cihê ku ew lêbin bi bibihîzinê re aciz dike.
‏Nebûna saziyan û navgînên çavdêriyê li ser helbest, dengbêj û stran bi giştî û nebûna çavdêriya wijdanê dengbêi bi xwe, ji ber berjewendiyên wî an jî nezanîna prensîbên stranbêjiyê û stûnên avakirina stranan.    Ji aliyek dî ve, quretî, pozbilindî û windakirina hevsengiyê(tewazin) piştî her berhemeke mûzîkê û stranbêjiyê, di nav gelek dengbêjan (hunermendan!) de ku tê tomar kirin, ew kesên dîtir ji bilî xwe nahesibînin û wan biçûk û kêm dibînin.   Ev bela bûye yek ji taybetmendiyên qonaxa niha û roj bi roj ev nexweşî vedigire û bihtir dibe.  Di encamê de em kêmasiya ragihandina rast di navbera hunermendan de nabînin, ji ber ku hevdu napejirînin, ti nîşanên komkirinek a dilpak jî li ber çavan ne diyare.
Ji vir em dibînin, ku pêdiviya piraniyê bi etîkêt û rêbaza axaftinê, û çanda kesayetî û cûreyek jîr û lihevhatî, ku mirov ji pozbilindî û pûçbûnê dûr dixe, ev bi serê xwe rêzgirtin û serkeftin e.  Bi vê yekê, ji hin çavdêr û mûzîkjenên rastîn re eşkere dibe, ku stranên kêm-kalîte xetereyek rasteqîne, li ser çanda nifşên sibehrojê û kalîteya afirîneriya ku xizmeta civakê pêk tîne dike.   Ev yek bi taybet piştî heyamekê ji geşepêdana hunerê û qonaxek zêrîn a stranê, ku siyek ya hunerêbilind ji hunermendên astbilind bi stranên kalîte xwe radabû ser.  Li destpêkê pêşengê wan hunermend ê nemir Mihemed Şêxo, yê ku serdema xwe û ya ku li pey hatî, bi şopa xwe ya zêrîn nîşan û dîmen da wijdanê gelê kurd û bi hostayî çêjek gelemperî navnetewî çêkir.   Di vê hevgirêdanê de em di baweriyê de ne, ku mûzîk û karisma ya stranbêj, xwedan şiyanên mezinin ku hestan rabikin, demê derbas bikin, û bigihin kûrahiya giyanê me, kartêkirinek mayînde li ser civakê bihêlin û mirovan li cem hev kom dikin.
‏Di encamnameyê de, bi bîranîna vê bejna hunerî, ne tenê rêyek e ji bo rêzgirtina jêhatîyekî awarteyî, lê belê fersendek e ku meriv ronahiyê berdê ser wî, bêyî hunermendên din ên serdema wî.  Kartêkirin û mayînde ya ku wî li ser civaka Kurd û ruhê wê yê neteweyî hiştî, bi lêkolinê ve girêbide, stran û mûzîka wî û bandora mezin û kûr a ku hîn jî di karê wî yê hunerî de maye, bi şîrovekirin bînin meydane.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…